Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye 2024-01-25 11:05:40 AMED - Bavê du astengdaran ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de dixwaze xaniye wî hilweşîne, Abdûrrahman Kûrt, wiha got: “Ev tişta tê kirin zilma dewletê ye.”   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, di sala 2021’an de ji bo 20 avahiyên aydê 18 xwediyên maf ên li Taxa Fabrîkayê ya li navçeya Bajarê Nû biryara îstîmlaqkirin û hilweşandinê dabû. Duh di danê sibehê de dest bi hilweşandina xaniyan hate kirin. 18 xwediyên maf li dijî mexdûriyeta hatiye afirandin serî li rêyên hiqûqê dabin jî xaniyên li taxê di bin dorpêça zabite û polîs de bi darê zorê hatin valakirin.    Bavê du zarokên astengdar Abdûrrahîm Kûrt ku yek ji kesên xaniyê wî dê were hilweşandin e, diyar kir ku malbateke ji 8 kesan pêk tê hewl dide debara xwe bi xebitîna di înşaetan de bikin û mexdûriyeta xwe vegot.    ‘JI ME RE SED HEZAR JI XWE RE 8 MILYON’    Kurt wiha got: “Tişta ku dewlet li me dike zilm e. 100 hezar lîreyan didin me û bi darê zorê me ji mala me derdixînin. Tê gotin ku Walî Beg ji mutehidan 8 milyon lîre pere girtî ye. Niha bi şaredariya xwe û polîsên xwe re me ji xaniyên me derdixînin. Em dixwazin bi Walî Beg re hevdîtinê bikil lê destûrê nadin. Dema hilbijartinê dixwazin dengan bixwazin. Hemû partî jî di dema hilbijartinê ji bo dengan bixwazin dizanin rewşa me bipirsin.”   ‘BI SED HEZARAN DIKARE ÇI BÊ KIRIN?”   Kûrt, anî ziman ku kes xwedî li wan dernakeve û wiha berdewam kir: “Yekî 7 salî yek jî 12 salî ji sedî 99 astengdar du zarokên min hene. Em di nava vê zivistanê de çi bikin, bi ku ve biçin? Em li vir 8 kes dijîn. Ka da dewlet û Walî beg xwedî li me derkeve. Wisa xwedî li hemwelatiyên xwe derdikevin? Wezîr li ku ne? 100 hezar lîreyan teklîf dikin, bi vî pereyî dikare çi bê kirin? Em vî pereyî jî nagirin, dibe ku ev pere jî ji wan re lazim be, belkû deynên xwe bidin. Mirovek bi sedhezaran dikare ji ku xaniyekî bistîne. Li Amedê kirêya xaniyan bûye 10-15 hezar. Rewşa me di holê de ye, em perîşan in. Em ê biçin cem xizmên xwe. Ez karkerê înşaetê me, rojekê dixebitim 10 rojan naxebitim. Ev tişta li me tê kirin zilma dewletê ye.”