Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin 2024-01-25 12:33:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê darvekirinê yê derbarê siyasetmedarê kurd Yûsûf Ahmedî de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate pejirandin.    Cezayê darvekirinê yê derbarê siyasetmedarê kurd Yûsûf Ahmedî ku di nîsana 2020’an de bi sûcdariya “bi partiyên mûxalîf ên kurd re tifaqî kiriye” hate binçavkirin û pişt re hate girtin hatiye dayîn ji aliyê dadgehê ve hate pejirandin.    Danişîna ewil a Ahmedî di 5’ê îlona 2023’yan de li 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Sineyê hate kirin. Dadgehê bi hinceta “serhildanê” cezayê darvekirinê li Ahmedî birî, li Muhammed Karîmî, Basît Karîmî û Mûhammed Feîzî jî ji sûcê “ji serhildanê re alîkarî kirine” ji 20 salan heta 25’an cezayê hefsê hate birîn.    Cezayê darvekirinê yê li Ahmedî hatiye birîn, ji aliyê Şaxa 39’emîn a Dadgeha Bilind a Îranê ve hate pejirandin û teblîxî wî hate kirin.