HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da 2024-01-25 13:55:08   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyaniyek da û wiha got: “2 wesayîtên hêzên me ketin kêmîna PDK’ê. Di êrişê de 2 hevalên me birîndar bûn.”    HPG’ê têkildarî êrişa duh li Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla PDK’ê ve li dijî hêzên wan hatiye kirin daxuyanî da. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê diyar kir ku dema endamên HPG’ê bi 2 wesayîtan ber bi Girê Amediyeyê ve diçûn, li mintiqeya Sergelê ketine kêmîna hêzên PDK’ê. Bi domdarî hat gotin ku PDK’iyan bi doçkayê êrişî hêzên wan kirine û ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me ji wesayîtê paya bûn û bersiv dan êrişê. Pevçûneke kin qewimî. Di vê navberê de balafirên keşfê yên dewleta tirk ketin dewrê û li ser herêmê geriyan.”    HPG’ê ragihand ku di êrişê de 2 endamên wan birîndar bûne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştre jî balafirên dewleta tirk ew wesayît bombebaran kirin. Hêvîdarin ku rewşên bi vî rengî êdî careke din çênebin. Tevî her tiştekî jî em ê biberpirsyarî tevbigerin.”