Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire 2024-01-25 13:58:34 ÊLIH - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreya partiyê ya Êlihê de axivî. Dogan, xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha got: “Gel dixwaze agahiyekî ji birêz Ocalan bigire.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê, li eywaneke dawetan a li bajar 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de coşeke mezin hebû û beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    PÊŞHILBIJARTIN   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreyê de axivî û bal kişand ser pêşhilbijartina li Êlihê. Dogan, diyar kir ku gelê Êlihê bi pêşhilbartinê re “dersa demokrasiyê” da û wiha domand: “Qeyûm li pey dek û dolaban e. Lê çi bikin jî dê biçin. Em ê şaredariyê bi rêjeyeke bilind bi dest bixin. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartinek, bijartina nasname û demokrasiyê ye. Divê em dersekî bidin dijminên demokrasiyê û kesên hebûna me jinedîtî ve tên.”   ‘DÊ GELÊ ME YÊ BERXWEDÊR BI SER KEVE’   Dogan, diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd polîtîkayên zext û zilmê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Girtî û malbatên wan her roj bi zilma dewletê re rû bi rû dimînin. Erdogan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bang dike. Lê dema behsa xeberê dibe kurd, dibe înkarger. Li gorî wî ji bo her kesî demokrasî, perwerdeya bi zimanê dayikê lê ji bo kurdan zext û zilm. Ji her alî ve zilmê li kurdan dikin. Gelê me jî li dijî vê li ber xwe dide. Dê serkeftin a gelê me yê berxwedêr be.”    Di berdewamê de Dogan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Mercên şer li holê ne. Divê rastiya şer qebûl bikin. Pirsgirêka kurd bi sedsala ye didome. Lê îktîdar naxwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Her wiha tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ev nîvesr e anku 25 sal in didome. Êdî bes e, bila ev tecrîd bi dawî bibe. Gel dixwaze ji birêz Ocalan agahiyekî bigire.”    Di kongreyê de Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk weke hevserokên partiyê yên bajar ên nû hatin hilbijartin. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.