Siyasetmedar Îlbasan hate berdan 2024-01-25 14:23:36   AMED - Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan ku di daxuyaniya têkildarî komploya navneteweyî de hatibû girtin, di danişîna ewil de hate berdan.    Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Zekiye Îlbasan, di sala 2023’yan di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de dema li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dida tevî 103 kesan hate binçavkirin û piştre hate girtin. Îlbasan, di danişîna ewil de hate berdan.    'LI GORÎ QANÛNAN TECRÎD SÛC E’   Danişîna ewil a Îlbasan ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “bêçek tev li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê bû û tevî hişyariyê jî bi xwe ji wir neçû” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” dihat darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Îlbasan, parêzerên wê Ozum Vurgun û Bedan Acun di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di danişînê de amade bûn.    Îlbasan, di parastina xwe de got ku daxuyanî mafê wê yê qanûnî ye û sûc nîne. Îlbasan, wiha domand: “Daxuyanî têkildarî komploya navneteweyî û tecrîdê de bû. Jixwe li gorî qanûnên Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Bi milyonan kes birêz Abdullah Ocalan weke îradeya xwe qebûl kiriye. Heta dewletê jî weke muxatab dît û hevdîtin pê re kir. Çima niha hevdîtin nayên kirin?”    “HER KURDÊ TÊ GIRTIN DIBE ENDAMÊ RÊXISTINÊ’    Îlbasan, bal kişand ser îdiaya ku bi fermana Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tev li daxuyaniyê bûye û wiha got: “Min ji tu kesekî ferman negirtiye. Min guh da wijdana xwe û tev li bûm. Hemû hêzên ewlekariyê yên li wir baş dizanin ku min tu kes derb nekiriye. Ya din jî îdiaya endamtiya rêxistinê ye. Her kurdekî tê binçavkirin û girtin dibe endamê/a rêxistinê. Heke xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derneketibûma dê bi vê îdiayê nehatima darizandin.”    Polîsa bi navê Nirgul Şahîn ku îdia dikir Îlbasan ew derb kiriye jî tev li danişînê bû û îdia kir ku Îlbasan destê wê xêz kiriye û nayê bîra wê bê ka Îlbasan pêhn li wê daye an na.    Dozger xwest rewşa girtî ya Îlbasan bidome.    Parêzerên Îlbasan jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin ku bê tehliyekirin.    BIRYARA TEHLIYEYÊ   Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 7’ê adarê kir.