Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn 2024-01-25 15:54:45 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve bi armanca pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin belav dibe. Siyasetmedarên greva birçîbûnê dane destpêkirin xwestin ku maseya muzakereyê ya li Îmraliyê bi Ocalan re hatibû danîn, jinûve bê danîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin belav dibin. Endama Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşenûr Dîlan Karademîr, rêveberê Rêxistina Bajêr Ramazan Karakoç, rêveberê Rêxistina Çankayayê Mert Omerbeyoglû, rêveberê bajêr Huseyîn Gokoglû, Mûrat Salgin û endamê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr li Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê greva birçîbûnê ya dê 5 rojan berdewam bike dan destpêkirin. Têkildarî çalakiyê li avahiya partiyê ya bajêr civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, parlamenter û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Ev qiyamet, ev îşkence, ev xwîn, ev sebir, ev rik tenê ji bo israrkirina di mirovbûnê de ye: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye” hate daliqandin.    ‘PÊŞIYÊ LI PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ VEKIN’    Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê Fatîn Kanat, bi lêv kir ku ji bo ku tecrîd were rakirin û şerê 40 sal in didome çareser bibe dest bi çalakiyê kirine û wiha got: “Ev piştgiriya ku me daye dê bi çalakî û pêvajoyê cuda berdewam bike. Em ji vir radigihînin ku em ê li pey vê pêvajoyê bernedin. Ev rêya hûn lê diçin ne reye, welat vediguhere gola xwînê. Em dixwazin tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê demildest bi dawî bikin.”   ‘YEK DAXWAZ HEYE’    Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku guh didin dengê ji girtîgehan bilind dibe û wiha got: “Berxwedana îro li zindanan didome, berxwedaneke mezin e. Yekane daxwaz heye, rêya diyalog û çareseriyê vekin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakirin. Ev daxwazeeke hiqûqî ye. Ez Nobeta Edaletê ya dayikên me dimeşînin jî silav dikilm. Dayikên kurd her tim berxwedan hûnand û mezin kir. Heke Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin divê bidin Dayikên Aştiyê, bidin dayikên kurd. Ji ber ku zarokên wan ên ciwan ên 20-25 salî yên di şer de hatin qetilkirin çawa ku aştî xwestin ew jî li ser şopa wan e û pêşengtiyê li vê berxwedanê dikin. Divê ev deng were bilindkirin. Divê dengê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji zindanan tê bê rakirin.”   ‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’    Parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag jî wiha got: “Li vî welatî pirsgirêkeke kurd heye û bi milyonan mirovên ku daxwaza aştiyê dikin hene. Greva li girtîgehan hatiye destpêkirin li dijî bêhiqûqiyan hatiye destpêkirin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û rêya müzakereye were vekirin. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Daxwazên hevrêyên li dijî van bêhiqûqiyan daxwazên xwe tînin ziman nayên bicihanîn, pêdiviya wan a vîtamînan nayê bicihanîn û tên tecrîdkirin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin.”   ‘DIVÊ MASE JINÛVE WERE AVAKIRIN’    Endama Meclisa DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî wiha got: “Bêyî ku Dayika Taybet, Cemîle Çagirga ji bîr bikin divê demildest aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê divê maseya muzakereyê ya li Îmraliyê bi Ocalan re hatibû danîn, jinûve bê danîn. Divê rêya aştiyê were vekirin, yên serbikevin dê bibin em, dê aştî çêbibe.”   Siyasetmedarên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin jî bi lêv kirin ku divê pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re were destpêkirin.