Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê 2024-01-26 09:07:02   AMED - Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay ku têkildarî konferansa dê 27’ê mehê bê lidarxistin axivî, wiha got: “Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin ser tiştên ku dijberê olê lê bi navê olê tên kirin. Werin bi dîtinên xwe, pêşniyazên xwe û bi tevlibûna xwe hêzê bidin vê konferansê.”   Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê, dê sibê li Amedê “Konferansa Îslama Demokratîk” li dar bixe. Konferans dê li eywana konferansê ya avahiya xizmetê ya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê bê lidarxistin. Konferans dê bi 4 rûniştinan pêk bê û dê di her rûniştinê de mijarên cuda bên nîqaşkirin. Konferans dê saet di 10.00’an de dest pê bike û heya saet 17.00’an berdewam bike. Dê tevî gelek alimên olê yên Kurdistan û Tirkiyeyê, rêxistinên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û akademîsyen jî tev li konferansê bibin.    Dê di rûniştina yekemîn de Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsel mijara “Misilmanbûna di serdema kapîtalîzmê de”, di rûniştina duyemîn de Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA’yê Rumeysa Menîce Gulmez mijara “Aştiya Rojhilata Navîn, dewlet û ol”, di rûniştina sêyemîn de Akademîsyen-Îlahiyatnas Fadil Bedîrhanoglû mijara “Li dijî siyaseta demokratîk a kurd, amûra olê ya dewletê” û di rûniştina çaremîn û dawiyê de jî Bedrettîn Gunat û nîvîskar-lêkolîner Şukru Aslan mijara “Îslama demokratîk” gengeşe bikin. Herî dawî jî dê encamnameyek bi raya giştî re bê parvekirin.    Aktivîstê Îslama Demokratîk Mela Emîn Ay, pirsa ‘Çima pêdivî bi konferanseke wiha heye?’ nirxand û gelê devera Amedê vexwend konferansê.   ‘DEWLET JI BO KIRYARÊN XWE REWA NÎŞAN BIDE OLÊ BI KAR TÎNE’   Ay da zanîn ku di dîrokê de pergala dewletiyê her tim olê bi kar aniye û dewletê her tim ji bo ku kiryarên xwe rewa bike herî zêde pêwistî bi olê dîtiye. Ay diyar kir ku kiryarên ku ji aliyê olî ve herî guneh tên zanîn tên kirin û got ku ev yek di bin navê olê de tê kirin. Ay anî ziman ku bi gotinên olî û bi kesên oldar tên zanîn van kiryarên xwe, vê zilma xwe, xerabiyên xwe, dagirkeriya xwe, mêtîngeriya xwe dixwazin rewa bikin. Ay bi lêv kir ku di vê pêvajoya salên dawî de di nava civaka îslamê de gelek rêxistin bi navê ola îslamê derketine û Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û wiha got: “Dema mirov dinêre ev tişt hemû lîstikên pergala kapîtalîst in. Ji bo ku di sedsala pêşiya me de Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin, alozî û qeyrana siyasî kûr dikin. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê jî tiştên ji vê yekê kêmtir nayên kirin. Dema tu li Tirkiyeyê dinêrî, ji avabûna komarê heta niha bingeheke mezin a dewletê olperestî ye. Olperestî li hemû deverên Tirkiyeyê bi destê desthilatdaran bi awayekî bêperwa tê xebitandin. Lê di van çend salên dawî de ev yek wekî sitratejiyekê, wekî bernameyekê desthilatê li hember civakê tê xebitandin.”   ‘DÊ NÊZÎ 300 ALIM TEVLI KONFERANSÊ BIBIN’   Bi domdarî Ay anî ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî, siyasî û civakî heye û got ku divê oldar bi rastiya olê civakê ronî bikin û pêşengtiyê bikin. Ay diyar kir ku divê oldar ji bo çareserkirina pirsgirêkan rola xwe bilîzin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Lê mixabin em dibînin ku di bin navê olê de û kesên bi nasnameya oldar tên nasîn, olê ji bo ku van nelirêtiyan veşêrin bi kar tînin. Çima di vê demê de Konferansa Îslama Demokratîk? Heke mirov ola îslamê bi çend hevokan bîne ziman; ola îslamê edalet, exlaq, wekhevî, parvekirin û cihgirtina li kêleka mezlûman e. Di vê rewşê de ku civak fetisî ye, neçar maye nabe ku oldar jî xwe neçar bibînin û bêdeng bimînin. Di vê konferansê de em dixwazin balê bikşînin li ser tiştên ku dijberê olê ne lê bi navê olê tên kirin e. Rastiya ola îslamê çiye û tiştên ku diqewimin çiye? Hindik be jî em ê bi vê konferansê balê bikşînin li ser van nelirêtiyan, olperestiya tê kirin. Ji hemûya Tirkiye û Kurdistanê nêzî 300 aliman dê tevli vê konferansê bibin. Di nava van aliman de şexsiyetên akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî dê hebin û em ê bi derdoreke wiha berfireh vê konferansê li dar bixin.”   ‘WERIN BI NÊRÎN Û PÊŞNIYARIYÊN XWE HÊZÊ BIDIN VÊ KONFERANSÊ’   Ay bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û anî ziman ku ev konferans gelekî girîng e û pêdiviya wan gelekî bi vê konferansê heye. Ay bi lêv kir ku divê kesên dema wan heyî tevli vê konferansê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi dîtinên xwe, pêşniyariyên xwe û bi tevlibûna xwe hêz bidin vê konferansê. Niha li Kurdistanê weke sitratejiyekê di bin navê olê de civakê birêxistin dikin. Di bin navê komele, cemaet û terîqetan de xebatan dikin. Ev yek ji bo hemû Tirkiyeyê û bi taybetî jî ji bo herêma me xetereyeke mezin e. Heke em bi berpirsiyarî tevnegerin û hişyar nebin, di be ku di demên pêş de em bedel bidin. Ji be ku li Îraqê, li Sûriyê, li Lubnanê, li Efganîstanê hwd. rewşeke pir xerab heye ku mirov naxwaze bifikire jî. Tê xestin ku rewşeke wisa li Kurdistanê jî bê avakirin. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir baldartir bin li dijî van lîstik, proje û sitratejiyan. Lewma em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê konferansê bibin.”   MA / Bazîd Evren