Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike | 2024-01-26 11:28:25 AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dê di 1’ê sibatê de dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” bikin û meş dê heta 15’ê Sibatê bidome.    Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi meşê bikin. Daxuyanî li hotêleke li bajar hate dayîn û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li daxuyaniyê bûn. Di heman demê de gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyan jî di daxuyaniyê de cih girtin. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em ji bo azadiyê dimeşin. Dem dema azadiyê ye” hate daliqandin.    DÊ 75 KES DI MEŞÊ DE CIH BIGIRIN   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin da zanîn ku dê 75 aktîvîstên mafên mirovan di meşê de cih bigirin. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî û bi sernavê “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk em meşa azadiyê didin destpêkirin” ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ve hate xwendin. Hat destnîşankirin ku meş dê di 1’ê sibatê de bê destpêkirin û heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome.    ‘PERGALA TECRÎDÊ BÛYE NAVENDA POLÎTÎKAYÊN TESFIYEKIRINÊ’   Metna daxuyaniyê wiha ye:    “Ev 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Birêz Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di warê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke girîng e. Ev 2 sal û 10 meh in der barê birêz Ocalan tu agahî nayên stendin. Ne di hiqûqa Tirkiyeyê de ne jî di hiqûqa navneteweyî de ciyê pêkanînên tecrîda mutleq tune ye û her wiha tecrîd ne exlaqî ne wijdanî ne jî însanî ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, bûye navenda polîtîkayên tesfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku hiqûqa mêtingeriyê pêk bînin, axa Kurdistanê dagir bikin û bê mirov bihêlin.    LI SER CIVAKÊ TECRÎD WEKE AMÛREKÊ ZORDARIYÊ TÊ BIKARANÎN   Eşkere ye ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd û Kurdistanê pêk tê, di heman demê de temamê civakê jî dîl girtiye û li ser civakê wek amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn. Polîtîkayaên tecrîdê li hundir rê li ber qeyranên aborî, civakî û siyasî vedike,  li derve jî Tirkiyeyê ber bi şerên herêmî ve dikşîne. Ji bo derketina ji van krîz û şerên herêmî rêya herî giring ev e ku pergala tecrîda mutleq bê hilweşandin û Birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.   ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI BER ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E   Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi vê rêyê gelê welêt û gelên herêmê ji aliyê dewletên neteweperest ve ji hêla aborî, çandî, civakî û siyasî ve di şer û pevçûnan de tên fetisandin. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dê rêya çareseriya demokratîk û aştiyane veke. Gotinên ku birêz Ocalan di sala 2010’an de bi lêv kirin girîngiya azadiya wî ya fizîkî ya ji bo jiyana azad a gelan nîşan didin. Birêz Ocalan gotibû; ‘Mirov dikare tenê bi şertekî li derve bijî, ew jî bi vî awayî mumkin e ku divê mirov ji bo hebûn û azadiya kurdan û azadiya kedkarên tirk ên ku di şert û mercên kapîtalîzmê de dijîn bîst û çar saetan di nav têkoşînê de be.’   KRÎZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST KÛRTIR DIBIN   Heta ku ev tecrîda mutleq neyê şikandin dê gel nikaribin bêhnê bistînin û pirsgirêk dê bi awayekî demokratîk neyên çareserkirin. Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn şer û krîzên modernîteya kapîtalîst kûrtir dibin û rêya çareserkirina van pirsgirêkan ev e ku divê fikr û ramanên birêz Ocalan bên guhdarîkirin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi pêşniyarên wî heye. Li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê gelên herêmê û yên cîhanê pêşeroja xwe ya polîtîk di şexsê birêz Ocalan de pêkan dibînin. Lewma gel îtirazî van şert û mercan dike ku birêz Ocalan tê de ye. Encameke van îtirazan jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi çalakiyên ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest pê kir û ew çalakî îro berfirehtir bûne.     MEŞA MEZIN A AZADIYÊ DEST PÊ DIKE    Em jî wek siyasetmedarên kurdistanî, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan, çalakiya navneteweyî ya hevalên xwe silav dikin û em eşkera dikin ku ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê em ê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bidin destpêkirin. Armanca çalakiya me di serî de ew e ku birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hemû mafên wî yên hiqûqî  bicîh bên û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîng e.    BANGA TEVLIBÛNÊ   Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê hilweşandin û dek û polîtîkayên qirêjî yên li ser pirsgirêka kurd bên bidawîkirin em ê nesekinin. Em careke din diyar dikin ku li dijî van polîtîkayên ku tu pîvanê mirovahiyê nas nake em ê bêdeng nemînin. Em hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk gazî çalakiya xwe dikin, wer in em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û tecrîdê têk bibin.”   ÇÎFTYUREK: TECRÎD EXLAQÎ NÎNE    Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek di daxuyaniyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha got: “Ev nêzî 3 sal in birêz Ocalan di tecrîdê de ye û mînaka vê li cîhanê nîne. Dewlet, qanûnên xwe binpê dike. Heke exlaq û wijdana wan hebûya dê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan asteng nekira. Lewma ev tecrîd ne tenê derhiqûqtî ye, her wiha bêexlaqî ye. Tevî ewqas çalakî û xwepêşandanan jî îktîdarê çavên xwe girtine û nabihîse. Şerê li Rojhilata Navîn giran bûye. Yek ji kesên herî zêde li ser Rojhilata Navîn xwedî gotin, birêz Ocalan e. Siyaseta Rojhilata Navîn baş dixwîne. Heke îro biaxive, dê fikr û ramanên xwe yên li dijî şer bîne ziman. Dewlet naxwaze pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Heke bixwesta, dê tecrîda li ser birêz Ocalan rakira. Berxwedana gelê me ya li dijî vê tecrîda derqanûnî bênavber didome. Em jî dê dest bi meşa azadiyê bikin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalant ê rakirin û azad dibe jî dê meşa me bidome. Banga me ya ji bo dewletê ew e ku vê siyaseta xwe ya bêexlaq biterikîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, em tecrîdê bişikînin. Bila Abdullah Ocalan biaxive.”    CANPOLAT JI BO MEŞÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî da zanîn ku meşa wan hemû bajarên Kurdistanê digire nav xwe û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Kurdistan û Tirkiyeyê rê li ber krîza aborî vekir. Me destê xwe danî in kevir. Ji bo aştî, aramî û yekitiya li Tirkiye û Kurdistanê bila her kes destê xwe deyne bin kevir. Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê bimeşin. Em di vê baweriyê de ne.”