‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’ 2024-01-26 11:45:07 ENQERE - Siyasetmedarên ku piştgirî dan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, diyar kirin ku hiqûqa li Îmraliyê di meriyetê de hiqûqa mêtingeriyê ye û ji bo vê yekê jî piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê.    Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê daye destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Bi mebesta piştevaniya bi girtiyên siyasî re, komeke siyasetmedaran li Enqereyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê hatiye destpêkirin û komeke ji 7 kesan pêk tê, îro ji serê sibehê ve çalakî dewrî komeke din kirin.    ‘EM PIŞTEVANIYÊ DIDIN GELÊ KURD’   Endamê MYK’a Partiya Şoreşger Enes Ugur Tekîn ku grev dewr kir têkildarî çalakiyê wiha got: “Me xwest piştevaniyê bidin gelê kurd. Weke sosyalîstekî tirkiyeyî, em vê pêvajoyê wiha dinirxînin; qedereke hevpar a şoreşa Tirkiye û Kurdistanê heye. Tam jî ji ber vê sedemê em hewl didin piştevaniyeke jidil bidin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Lewma em tev li greva birçîbûnê bûn. Ev demekî dirêje em wisa difikirin ku polîtîkaya li dijî gelê kurd tê meşandin, bi gotineke rasttir hiqûqa li dijî gelê kurd hiqûqa mêtingeriyê ye. Bandora şerê mêtingeriyê yê li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin e.”    ‘KOMARA TECRÎDÊ’   Tekîn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tirkiye veguheriye komara tecrîdê. Karker û kedkarên tirkiyeyî di tecrîdê de ne û pirsgirêkên ku ev şerê mêtingeriyê diafirîne her roj dijîn. Weke kirdeya têkoşîna karker û kedkarên tirkiyeyî ya li dijî îktîdarê, em jî bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin. Bi kurt û kurmancî li Îmraliyê hiqûqa li Îmraliyê, hiqûqa mêtingeriyê ye. Li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Hiqûqa navxweyî û navneteweyî binpê dikin û hiqûqa mêtingeriyê xistine meriyetê. Rewşa girtî ya rêbertiya gelê kurd û pêşengên wan ên siyasetên demokratîk wiha dinirxînin. Li gorî me em bi têkoşîneke yekgirtî dikarin vê rewşê ji holê rakin.”    ‘DIVÊ XWEDÎDERKETIN HEBE’   Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Ayşenûr Dîlan Karademîr jî diyar kir ku şikandina tecrîda li Îmraliyê, şikandina tecrîda ku bandorê li wan jî dike, ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo qelskirina stratejiya şer a li Kurdistanê tê meşandin ketine greva birçîbûnê. Karademîr, wiha domand: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û hevalên me yên girtî li dijî vê li ber xwe didin. Divê tevahiya gelê kurd û rêhevalên me li her deverê xwedî lê derkevin. Ev pêvajoya li girtîgehan dest pê kirî girîng e û heke em xwedî lê derkevin û dengê xwe derxînin, em ê bi ser kevin.”    ‘TIRKIYE DI TECRÎDÊ DE YE’   Rêveberê DEM Partiyê yê Enqereyê Ramazan Karakoç jî wiha got: “Ji bo ku em vî dengî bidin bihîstin û rê li ber tecrîdê bigirin me dest bi greva birçîbûnê kir. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê niha bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Em tecrîdê dijîn. Ev nêzî 2 sal in heta daxuyaniyên çapemeniyê jî em nikarin derveyî avahiya partiyê bidin. Ev nîşan dide ku tecrîd li tevahiya welêt belav bûye. Ji bo vê mijarê bêhtir bixin rojevê me piştgirî da.”    ‘PIRSGIRÊK VEGUHERÎN GIRÊKÊ’   Rêveberê DEM Partiya Çankayayê Mert Omer Beyoglû jî anî ziman ku xwestin bi vê çalakiyê piştgiriyê bidin rêhevalên xwe.  Beyoglû, diyar kir ku pirsgirêk êdî veguherîne girêkekê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev 40 sal in li Tirkiyeyê şer heye. Divê ev şer bi dawî bibe û aştiyeke mayînde çêbibe. Hinek daxwazên girtiyên şoreşger hene. Em jî ji bo piştgiriya bi van daxwazan re bi qasî ji dest tê piştevaniyê dikin.”