Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn 2024-01-26 12:02:28   AMED - Li navçeya Hezroyê du malbatên ku xizmên hev bûn, ji ber hilbijartina keyayan bi şer ketin. Di şer de 4 kes birîndar bûn.    Duh di saetên şêvê de li gundê Bahişmê yê navçeya Hezro ya Amedê ji ber hilbijartinên keyayan ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, di navbera du malbatan de ku xizmên hev in, nîqaş derket. Demek piştre nîqaş veguherî şer û malbatan çek bi kar anîn. Di şer de 4 kes birîndar bûn.    Mehmet Katkici û Mehmet Kastelî ku di şer de bi çekê birîndar bûn rakirin Nexwşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û hatin emeliyatkirin. Şaban Mafrak û Ayetullah Mujda jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezroyê hatin tedawîkirin. Hat zanîn ku xetereyeke jiyanî li ser birîndaran nîne.