ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin 2024-01-26 15:05:13   EDENE - Rêveberên Rêxistina ESP’a Edeneyê yên ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe rojekê “Nobeta Edaletê” pêk anîn, wiha gotin: “Ji bo ku tecrîdê rakin û bibin dengê girtiyan me Nobeta Edaletê da destpêkirin.”   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 61’an de berdewam dike. “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan bi daxwaza piştevaniyê li gelek bajaran dane destpêkirin jî didome. Rêveberên Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Edeneyê ji bo daxwazên girtiyan û malbatên wan werin bicihanîn li avahiya partiya xwe ji bo rojekê “Nobeta Edaletê” girtin.    ‘EM DI NOBETA EDALETÊ DE NE’    Di nobetê de pankarta “Deng bide greva birçîbûnê, tecrîdê perçe bike!” hate vekirin û gelek kes tev li nobetê bûn. Endamê Meclisa ESP’ê Osman Kara yê têkildarî daxwaz û armanca wan a “Nobeta Edaletê” agahî dan, bi bîr xist ku nêzî 3 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye û ev tecrîd ne tenê li dijî Ocalan di serî de girtî li dijî hemû beşên civakê tê pêkanîn. Kara, da zanîn ku ji bo “rakirina tecrîdê” çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê û “Nobetên Edaletê” didomînin û wiha berdewam kir: “Me ji bo tecrîdê rakin û bibin dengê girtiyên li hunder dest bi Nobeta Edaletê kir.”   Kara bang li hemû raya giştî ya demokratîk û avaniyan kir ku ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan piştevaniyê bikin û tev li çalakiya nobetê ku wê heta saetên êvarê bidome bû.