Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome 2024-01-26 17:13:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca ya piştgiriya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran berdewam dike kir, wiha got: “Berxwedana wan berxwedana me, daxwazên wan daxwazên me ne. Em jî dê berxwedana xwe bi awayekî biryardar bidomînin.”   Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li gelek bajaran hatiye destpêkirin, bi serdanên piştgiriyê didome.    WAN    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 53’yan de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Payîzavayê, şêniyên Taxa Firatê û gelek kesan serdana nobetê kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Payîzavayê Abdûlcebbar Erdemîr ê di serdanê de axivî, wiha got: “Îro li ser birêz Ocalan 34 meh in tecrîdek tê meşandin, em vê tecrîdê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dixwazin ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Ev çalakiya ku hevalên li girtîgehan daye destpêkirin dê demildest bigihe armanca xwe.”    Yek ji welatiya hate serdanê Feyrûz Bûlût jî wiha got: “Ez hemû dayikên tên nobetê pîroz dikim. Em weke dayikan naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Bêyî ku leşker û polîs bin em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Divê êdî gelê kurd rabe ser piyan û ji vê yekê re deng derxîne.”    ÎZMÎR    Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 15’an de li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê, parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Alîaga ya Îzmîrê û Sokeya Aydinê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.    ‘BILA ZILM BI DAWÎ BIBE’    Dayika Nezîr Gumuş ê 24 sal in girtî ye, Hanîfe Gumuş, diyar kir ku lawê wê beriya 5 rojan ji Girtîgeha Bandirmayê sirgunî Girtîgeha Bûrdûrê hatiye kirin û wiha got: “3 rojan min agahî ji kurê xwe negirtin. Dema me telefon vekir jî em hîn bûn ku hatiye sirgunkirin. Dema lawê min sirgun bûye ji bilî cilên li ser û betaniya wî destûr nedane ku tiştekê bigire cem xwe. Di vê zivistanê de sirgun dikin. Lê destûr nadin ku tiştekê bigire cem xwe. Ev neheqiye, bêhiqûqî ye. Lawê min li cihê ku diçî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ew der girtîgeheke nû hatiye çêkirine. Li cihên ku mirovan nikarin lê bimînin çêdikin û pişt re zarokên me dibin wan deran. Ez tenê ji bo lawê xwe nabêjim, zext li hemû girtiyan tên kirin. Dê ev zilm heta ku derê dom bike? Bila ev zilm bi dawî bibe.”   ELEWÎ DÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ ROJIYAN BIGIRIN    Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Firat Dîkmen jî wiha got: “Tecrîda li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka her gelî. Em elewî ketin meha Xizirê û ev meh ji bo me rojên pîroz in. Em bang li Xizir dikin ku alîkariya kesên di zor û zehmetiyê de ne bike. Mezlûmên roja me li dijî neheqî, tecrîd û demokrasiyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em elewî jî dê di vê mehê de rojiyên xwe ji bo wan bigirin. Daxwazên wan daxwazên me ne. Ji bo ku têkoşînê mezin bikin tişta ji destê me tê em ê bikin.”   AMED    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin berdewam kir. Namzetên Hevşariyê yên Sûrê yên DEM Partiyê Adnan Orhan û Fatma Onkol û rêveberên Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) serdana nobetê kirin.    Çalakvanên tevî hewayê sar jî tev li nobetê bûn, pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan anîn ziman ku ji bo dengê girtîgehan ragihînin di nobetê de ne û bi stranên kurdî berxwedana xwe domandin.    Kesên serdana nobetê kirin, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û wiha gotin: “Herkesê ku xwedî wicdan divê li dijî vê tecrîdê serî rake.”   Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.    MÊRDÎN   Li Mêrdînê di çarçoveya kampanyayê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajêr nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Nobetê di roja 20’emîn de bi serdanan berdewam kir. Dayika Aştiyê ya di çalakiyê de Latîfe Akyuz, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan di çalakiyê de ne û xwest ku tecrîd were bidawîkirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Dayika Aştiyê Besna Gunay jî wiha got: “Heta ku çareserî pêk neyê û zilma li ser Serokê me û zarokên me berdewam bike em dest ji çalakiya xwe bernedin. Gunay, bang li hemû dayikan kir ku piştgiriya nobetê bikin û got: “Divê herkes destê xwe deyne li ser wijdana xwe û piştgiriya nobetê bike.”   Nobet bi stranên ku beşdarvanan û kesên hatine serdanê gotin berdewam kir.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenî Edeneyê (AATUHAY-DER) hatibû destpêkirin di roja 54’emîn de veguhestin navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê. Meclisa Dayikên Aştiyê yên Edene û Mêrsînê, parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî xwestin li ber Girtîgeha Kampus a Tarsûsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Girseya ku li Tarsûsê li du noxteyan rastî kontrolkirina nasnameyan hat, hate astengkirin ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Girse li dijî vê yekê di ketina Tarsûsê de li cihê ku lê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne hate vekirin” de gelek caran dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hate berzkirin.    JI GIRTÎGEHÊ PEYAM: BERXWEDANA ME DÊ TECRÎDÊ RAKE     Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca ya axivî, diyar kir ku daxuyaniya çapemeniyê ya xwestin li ber girtîgehê bidin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate astengkirin û wiha got: “Ev astengî heta walîtiyê diçin. Ev yek sûc e. Dayikên me yên aştiyê bi deng dayîna grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê sekneke bi rûmet nîşan didin.” Koca pişt re peyama girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand û wiha got: “Girtiyan gotin ku ‘Heke daxwazên me neyên bicih em ê berxwedanê mezintir bikin. Berxwedana me dê tecrîdê rake. Ji bo hemû gelan ji bo aştiyê, ji bo azadiyê em di grevên birçîbûnê de li ber xwe didin’. Berxwedana wan berxwedana me, daxwazên daxwazên me ne. Em jî dê berxwedana xwe bi awayekî biryardarî bidomînin.”   ANALÎZA TECRÎDA ÎMRALIYÊ    Hevserokê Çûkûrova TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş jî bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin li 118 girtîgehan 61 roj in didome û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîda Îmraliyê ya 25 salan de tenê 2 caran bi telefonê axivî ye û di 13 salên dawî de 5 caran bi parêzeran hevdîtin kiriye. Serlêdanên malbat û parêzeran an tên astengkirin an jî jê re bersiv nayê dayîn. Her wiha girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku di adara 2015’an de sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.”   JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ BANGA HESTIYARIYÊ    Altûntaş, li dijî “hiqûqa taybet” a li Îmraliyê tê pêkanîn banga têkoşînê kir û wiha berdewam kir: “Em destnîşan dikin ku divê demildest bi birêz Ocalan ê reçeteya çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêşkeş dike re hevdîtin bê kirin. Ji bo rakirina diyardeya tecrîdê ku sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, em bang li rêxistinên sivîl ên civakî, rûspî, hunermend, nivîskar, sazî û rêxistinên demokratîk û bi taybetî jî gelên Tirkiyeyê dikin ku bi hestiyar bin.”   Girse piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hate dayîn bi dirûşmeyan re li wesayîtan siwar bûn û vegeriyan Edene û Mêrsînê.     STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) piştevaniya nobetê kirin. Akça, ya di nobetê de bi awayekî kurt axivî, diyar kir ku desthilat her tiştê têkildarî jiyanê hedef digire û anî ziman ku li dijî vê yekê dê parastina jiyanê bidomînin. Akça wiha dom kir: “Em dixwazin bi nasname û hemû nirxên me îfade dikin re hebin. Berxwedana li girtîgehan rûmeta me ye. Em hêza xwe ji wir digirin. Heta ku em rêgeza wekheviyê ya ku em heq dikin qezenc dikin em ê vê têkoşînê bidomînin.”   ‘KESÊN SERÎ NATEWÎNIN DÊ SERBIKEVIN’     Endamê BMG’ê Muhammed Hîzmetçî jî destnîşan kir ku divê hemû gel piştgiriya têkoşîna gel bike û wiha got: “Rastiyeke ku di kesayeta Abdullah Ocalan de gelê kurd tê dîl girtin. Yekane rêya şikandina vê yekê, hem li zindanê hem jî li kolanan, li her qada jiyanê xwedîderketina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û têkoşîna bi hev re ye. Rêyeke me ya din a derketinê nîne, rizgariyeke din nîne. Di vê wateyê de em çalakiya greva birçîbûnê û nobetên edaletê silav dikin. Em vê jî dizanin ku; encax kesên têdikoşin, kesên li dijî faşîzmê serî netewînin dê serbikevin. Bijî têkoşîna me ya yekgirtî.”     Nobet rêveberên DEM Partiya Kartalê dewr girt.