Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê 2024-01-27 09:10:20 AMED - Li Amedê polîsan milê parêzer Hakîm Marol şikandibûn. Dîmenên bûyerê derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs ji bo milê Marol bişikîne heya ji destê wî tê, milê wî ba dide.    Parêzer Hakîm Marol ê li Baroya Amedê qeydkirî, gava xwest wesayîta xwe park bike, ji bo cihê parkkirinê ji polîsên trafîkê dipirse "Gelo ji bo parkkirinê guncav e?" Piştî vê bûyer bi êrişa 7-8 polîsan bi dawî dibe. Dîmenên êrişa polîsan derketin holê. Bûyer, di 1'ê kanûnê de saet di 17:00'an de li Kolana Gazî ya navçeya Sûrê ya Amedê rû da. Dîmenên kameraya ewlehiyê daxilî nava lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin kirin.    Di dîmenan de xuya dike ku gengeşî bi 2 polîsên trafîkê yên li ber wesayîtê sekinandî dest pê dike û paşê vediguhere êrişê. Piştî vê polîsên li derdorê jî daxil dibin. Di dîmenan de xuya dike ku 7-8 polîs li Marol dixin. Polîsê ku bû sedema gengeşiyê jî ji nişka ve milê çepê yê Marol ba dide. Gava Marol xwe xwar dike û hîs dike ku milê wî şikiyaye, polîs jî ji nişka ve ji cihê bûyerê bi dûr dikevin.    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr tundiya li hevpîşeyê xwe wekî "îşkenceyê" bi nav kir û got: "Îşkence bi belgeyan hatiye tespîtkirin, lê ji bo polîsan tiştek nehatiye kirin û ji peywirê nehatine dûrxistin."    Ozdemîr bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û got: "Divê polîs di çarçoveya îşkenceyê de bên darizandin û di warê îdarî de jî ji peywirê bên dûrxistin û bên cezakirin."