Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin 2024-01-27 09:58:03 SEMSÛR - Nûçegihanê me Mahmût Altintaş li Semsûrê, dema diçû nûçeyê hate binçavkirin.     Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş, îro serê sibê hate binçavkirin. Dema Altintaş li taxa Yenî ya navenda Semsûrê diçû nûçeyê, wesayîta lê siwar bûbû, ji hêla polîsan ve hate sekinandin û bi hinceta derbarê wî de biryara binçavkirinê heye, birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê. Polîsan derbarê binçavkirina Altintaş de tu agahî nedan kesên li cem Altintaş.