Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin 2024-01-27 12:07:35 STENBOL - Konferansa Demokrasiya Xwecihî, dê di 11’ê sibatê de li Stenbolê were lidarxistin.    Hat ragihandin ku Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê di 11’ê sibatê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî ya li navçeya Fatîhê, were lidarxistin. Axaftina vekirinê ya konferansê dê berdevkê Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) û dadgerê berê yê Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen û parazvana mafên bajêr û avahîsaz Mucella Yapici bikin. Dê raporên atolyeyên bi banga komisyonê hatine avakirin, werin xwendin û bi hev re pêşkeşî werin kirin.    DÊ 5 ATOLYE WERIN LIDARXISTIN   Hat destnîşankirin ku bi navên “Jinûve Sererastkirina Têkiliya Xwecihî û Navendê ya Demokratîkbûnê”, “Mafê Bajêr”, “Rêveberiyên Xwecihî yên Ekolojîk”, “Rêveberiyên Xwecihî yên Gelparêz û Civakparêz”, “Bajarê Her Kesê” dê 5 atolye werin lidarxistin. Ji bo bangawaziya atolyeyan Komîsyona Amedehiyê ya Konferansa Demokrasiya Xwecihî ev tişt hatin gotin: “Desthilat li aliyekê bi polîtîkayên zextê gel teng dike li aliyê din, rêveberiyên xwecihî yên ku di hilbijartinan de hatine bidestxistin, bi destê qeyûman weke aborî û îdarî tên desteserkirin, weke aborî û îdarî gel tê tengezarkirin. Pergalekek ku hewl dide mafê gel ê jiyanê, mafê axaftin û biryardayînê yê gel ji destê gel bistîne.    Di civînên amadehiyê de hat dîtin ku pêdivî bi xebatên atolyeyên ku gel bi xwe biryar dide û bibe xwedî mafê gotinê hene. Li dijî navenda ku derbarê her rêgeza rêveberiya xwecihî bin pê dike, pêdivî bi avakirina biryardarî û pêşengbûna gel were avakirin heye. Ji têkoşîna Geziyê heya her çar aliyê welat, ji Karadenîzê, ji Akbelenê heya Dîkmeceyê, ji bo ku qadên jiyanê biparêzin, weke Fatsaya ku bi perspektîfeke gelparêz bi rê ve dibin, pêdiviya perspektîfa xwerêvebirinê heye.    Di Konferansa Rêveberiyên Demokratîk de, bi rêgezên bingehîn yên qanûnî ve rêveberiyên xwecihî yên gelparêz, civakî, parastina raya giştî, wekhev, aştiyane, ekolojîk, li gel pêşniyarên qanûnî û destûra bingehîn, dê li dijî  polîtîkayên derveyî demokrasiyê yên desthilatê, avakirina bihgeheke hevpar were armanckirin.”