Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr 2024-01-27 14:04:56   ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya AKP’î, dema ku ji bo cenazeyê jina pîr wesayîta cenazeye neda, malbat bi derfetên xwe cenazeyê xwe xistin wesayîtekê û birin gundê xwe.    Emîne Guleş a 75 salî ya di Nexweşxanaya Dewletê ya Şirnexê de dihat dermankirin îro serê sibê jiyana xwe ji dest da. Malbat ji bo ku cenazeyê xwe bibe gund, ji Şaredariya AKP’î ya Şirnexê, wesayîta cenazeyê xwest. Şaredariya AKP’î bi hinceta “tekela wesayîtê teqîyaye, ajokar nîn e” wesayît nada malbatê. Li ser vê yekê malbat, bi derfetên xwe wesayîteke girt û cezaeyê xwe di bagajê de bir gund û veşart.    XIZMETA ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ EV E!   Ji xizmê Guleşê, Samî Aslan ser hesaba xwe ya medya dijîtal bertek nîşanî neşandina wesayîtê da û wiha axivî: “Şaredariya Şirnexê îro ji serê sibê saet 7’an, heya 9.30’an tu wesayît neşand. Nekarî cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê heya gundê girêdayî navendê yê Dehlebiyê bişîne. Em neçar man ku me cenazeyê xwe, bi wesayîtên xwe bir gund. Bi hinceta ‘tekela wesayîtekê teqiyaye, ajokarê wesayîtekê nîn e’ wesayît neşandin. Hemû jî alîgir in. Tu kes ne ser peywirê ye. Kes nikare bi kesekê. Xizmeta ku Şaredariya Şirnexê bike dê evqas be.”