Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn 2024-01-27 15:21:58 ENQERE - Cihên partiyên ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên li ser pisûleyên dengan diyar bûn. Li gorî vê AKP dê di rêza 1’emîn, CHP 18’emîn, DEM Partî 9’emîn, MHP 31’yemîn Partiya ÎYÎ 2’yemîn û Partiya Seadetê jî dê di rêza 34’emîn de cih bigire.    Ji bo diyarkirina cihên partiyên siyasî yên li ser pisuleya dengan ku dê bikevin hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê roja yekşemê de bên kirin li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) pişk hatin avêtin. 36 partiyên ku bikarin tev li hilbijartinê bibin karîn tev li pişkavêtinê bibin. Li gorî vê AKP dê li ser pisûleya dengan di rêza 1’emîn, CHP 18’emîn, DEM Partî 9’emîn, MHP 31’yemîn Partiya ÎYÎ 2’yemîn û Partiya Seadetê jî dê di rêza 34’emîn de cih bigire.