Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê 2024-01-28 09:09:10   WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku şaredarî 3 milyar û 679 milyon TL di bin deyn de hiştiye, neguhêzbarên dawî yên li navçeyên Artemêtan û Tûşbayê jî da ber firotinê.    Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, derket 3 milyar û 679 milyon û 382 hezar û 988 TL'an. Rêveberiya qeyûm, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî, neguhêzbarên dawî yên şaredariyê jî dan ber firotinê. Di demên berê de qeyûm ji bo firotinê zêdetirî 150 ersa û qada ku avahî jî di nav de ya bi 213 hezar û 457 metrekareyan pêk tên ên li taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê dabû îhaleyê. Bedelê van ersayan jî weke 800 milyon TL nîşan da. Piştî van firotinan, li herêmê 58 ersa û neguhêzbar mabûn û ew jî vê hefteyê da ber firotinê. Tê payîn ku îhaleya van ersayan di 7’ê sibatê de bê kirin û îlana vê jî li gelek deverên cuda yên bajar hatin hilayîstin.    TU KES NEKET ÎHALEYÊ   Rêveberiya qeyûm tenê bi vê jî bisînor nema. Li navçeya Tûşbayê qade heye ku eywana dawetan û beşekê otogara navbarajaran jî di nav de ye û ji 20 hezar metrekareyan pêk tê û qeyûm ji vê qadê 5 hezar û 600 metrekare jî dabû ber firotinê. Îhaleya vê qadê hatibû kirin û bedela wê jî 36 milyon TL hatibû diyarkirin. Qeyûm îcar jî qada 3 hezar metrekareyî ya li Taxa Îstasyonê ya li navçeya Tûşbayê da ber firotinê. Rêveberiya qeyûm ev qad jî bi 36 milyon TL’an da ber firotinê. Di heman demê de rêveberiya qeyûm di demên berê de 11 dikanên di nava Vanpark AVM’ê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê jî dabûn ber firotinê. Dikanên di demên berê de gelek caran dabû îhaleyê, ji ber ku tu kes neket îhaleyê nehatin firotin. Av kargehên behsa xeberê dîsa da ber firotinê. Bihayê van dikanan weke 183 milyon TL hate diyarkirin.    DEYNÊ CEYRANÊ BI KREDIYAN DIGIRE   Qeyûmê ku deynê wî zêde bûye, deynên xwe yên ceyran û tiştên din jî bi krediyan dide. Tevî firotina ewqas ersa û neguhêzbarên şaredariyê jî rêveberiya qeyûm nikare deynê xwe bigire. Meclisa tayînkirî, ji bo dayîna deynan di civîna herî dawî de biryar da ku ji ji Îller Bankê û ji bankên taybet kredî bê kişandin.    Rêveberiya qeyûm di demên berê de bi sedan ersayên aydê şaredariyê firotibû, dewrî saziyên cuda kiribû û hema hema tu neguhêzbarên aydê şaredariyê nehiştibû.    MA / Rûken Polat