Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin 2024-01-28 12:45:40   NAVENDA NÛÇEYAN - “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya HSD’ê li dijî Kampa Holê daye destpêkirin didome. Di qonaxa sêyemîn a operasyonê de endamekî DAIŞ’ê hate girtin.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî Kampa Holê qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” daye destpêkirin. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de endamekî DAIŞ’ê yê ku cil û bergên jinan li xwe kirî hate girtin û gelek tunel hatin dîtin.    Midûrê Navenda Ragihandinê yê HSD’ê Ferhad Şamî têkildarî operasyonê bi ANHA’yê re axivî û wiha got: “Heta ku armancên qonaxa sêyemîn pêk tên dê operasyon bidome. Roja ewil a operasyonê pir girîng bû. Wê rojê li beşa koçberan a ku ketina zilaman lê qedexe bû, çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû hate girtin. Her wiha me gelek tunel û mayin dîtin.”