Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye 2024-01-28 14:58:03   ENQERE - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç diyar kir ku rêya aştî û edaletê ya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe û wiha got: “Komkujiya Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye.”    Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê bi boneya 145’emîn meha Komkujiya Roboskê, li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila kujer bên dîtin Roboskê êdî tu caran” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç ve hate xwendin.    Saraç, anî ziman ku heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî ev tişt anî ziman: “Komkujiya Roboskê, qonaxa destpêkê ya polîtîkayên faşîst û zextker ên em îro dijîn e. Ev zext îro jî didomin. 3 endamên Egîtîm Senê li Xelfetiyê ji ber ku 12’emîn salvegera komkujiyê li ser hesaba xwe parve kirin ji ewil hatin binçavkirin û piştre hatin sirgunkirin. Gelo ma hûn dê bi vî awayî komkujiyê veşêrin? Ev şerê sedsalî tenê dikare bi rêya aştî û demokrasiyê bê bidawîkirin. Berpirsyartiya me ya ewil, parastina maf û azadiyan e. Ji ber ku ev welat ji hevrûbûnê direve lewma nikare xwe li ser pêyan bigire. Heta hevrûbûn çênebe dê edalet jî nebe. Roboskê, ezmûna Tirkiyeyê ye. Heta ku em ji bo Roboskê edaletê pêk tînin jî dê bi rehetî nerazên û nehêlin ew bi razên.”   Herî dawî jî Saraç wiha got: “Em ê her mehê di roja 28’an de Komkujiya Roboskê bi bîr bînin, biqîrin û bibêjin ‘Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin.’ Roboskê, ezmûna dewlet û îktîdarê ye. Şerm û birîna xedar a vî welatî û lêgerîna edaletê ye. Rêya aştî û edaleta van xakan, teqez dê ji Roboskê re derbas bibe.”