Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin 2024-01-28 21:54:21   STENBOL - Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîya ya li Sariyerê êriş hate kirin û di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Têkildarî êrişê kesek hate binçavkirin.    Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîya ya Îtalyan a li navçeya Sariyer a Stenbolê êrişeke çekdarî hate kirin. Du kesên birûpoş ên hatibûn dêrê bi çekan êriş kirin. Di encama êrişê de kesê bi navê C.T. ku tev li ayînê bûbû jiyana xwe ji dest dabû.    Hate zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û kesekî ku hate îdiakirin têkiliya wî bi êrişê heye hatiye binçavkirin. Gumanbarê hate binçavkirin ji bo îfadeya wî bê wergirtin birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Miduriyeta Polîsan.    QEDEXEYA WEŞANÊ    Li aliyê din, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya derbarê êrişê de dest pê kir, Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê hemû nûçeyên dîtbarî û dengî û malperên parvekirinê yên medyaya dîjîtal ên têkildarî bûyerê de biryara qedexekirina weşanê da.