29'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2024-01-29 09:00:04   * Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku astengkirina hevdîtinên li Girava Îmraliyê girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e.”   * Kesên li Amedê serdana Nobeta Edaletê kirin, diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji bo malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin.    * Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, diyar kir ku rêya derketina ji qeyranê ya Tirkiyeyê belavkirina pergala Îmraliyê ye û wiha got: "Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda dêkoşîna xwe û pozîsyona hiqûqî ya Ocalan nexwaze nikare bi ser bikeve."    * Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, di nivîsa xwe ya ku tecrîdê weke “7 paceyan” penase kir de got ku “Dibe tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e” û destnîşan kir ku li dijî tarîtiyê berxwedan pêkan e.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * DEM Partî dê li Amedê namzetên xwe yên hevşarederiyê bide nasîn. (10.00-13.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. Li Êlihê jî Nobeta Edaletê dê were destpêkirin. (11.00 - 18.00)    * DEM Partî dê têkildarî veguhestina dengan a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)