Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e 2024-01-29 09:01:28   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku astengkirina hevdîtinên li Girava Îmraliyê girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e.”   Ji 7'ê tebaxa 2019'an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, agahî nayê girtin û destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bînin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), parêzerên ji 35 baroyan bi giştî hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan. Yek ji van parêzerên serlêdan kir jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren e. Eren, serlêdana xwe û biryarên darazê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   ‘WEZARETÊ HÊJ JÎ BERSIV NEDAYE ME’   Eren, destnîşan kir ku Baroya Amedê weke sazî du caran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê dane. Eren, anî ziman ku parêzerên girêdayî Baroya Amedê têkildarî binpêkirina mafê hevdîtinê ya bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin re, serî li baroyê dane. Eren, da zanîn ku wan jî weke baroyê serî li Wezareta Dadê dane û destnîşan kirine ku astengkirina hevdîtinê ya parêzerên girêdayî wan a bi mûvekilên wan re binpêkirine û wan metirsiyên xwe anîne ziman. Eren, diyar kir ku tevî serlêdanê jî ne erênî ne jî neyînî wezaretê ti bersiv nedaye wan û wiha berdewam kir: “Me di mijdara 2023’yan de ji ber bersiv nedayîna wezaretê careke din serî li wezaretê da. Lê mixabin wezaretê bersiv neda vê serlêdanê jî. Dîsa hefteya borî li Amedê nêzî hezar û 300 parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Mixabin têkildarî vê serlêdanê jî hêj ti bersiv nehatine dayîn.”   ‘EV HELWEST RASTERAST BI PIRSGIRÊKA KURD VE GIRÊDAYÎ YE’   Eren, da zanîn ku wan gelek caran ev binpêkirina mafê hevdîtina bi parêzeran re weke sazî û rêxistineke mafan jî aniye ziman û wan destnîşan kiriye ku ev yek dijhiqûqî ye. Eren, destnîşan kir ku ev meseleye hinek jî di ser hiqûqê re ye û divê hinekî jî li ser pirsa ‘Çima hiqûq nayê pêkanîn?’ bê axaftin. Eren, bi domdarî ev tişt gotin: “Desthilat çima nahêle ev girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin? Weke mînak li Xarpêtê, Amedê hwd. pêkanînên bi vî rengî bi girtiyên di heman statuyê de ne nayên kirin. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, ev helwest rasterast bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Nirxandina ‘Ji ber cezayê dîsiplînê hevdîtin pêk nayên’ xelet e û nayê qebûlkirin. Desthilat, Wezareta Dadê û em hiqûqnas jî di ferqa vê yekê de ne. Di bingeha vê yekê de bandora israra neçareserkirina pirsgirêka kurd ya li ser Girava Îmraliyê heye.”   ‘HEVDÎTINA BI OCALAN RE DÊ TUNDIYÊ JI HOLÊ RAKE’   Bi domdarî Eren da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bidawîkirina şer û tundiyê divê desthilat û dewlet bikeve nava tevgerekê û vînekê nîşan bide. Eren, diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên wiha polîtîk û civakî bi însiyatîfa aktorên van pirsgirêkan re pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bandora Abdullah Ocalan ya li ser rêxistinê baş dizanin. Hevdîtina bi Ocalan re, pêşniyarên wî yên têkildarî çareseriyê û bandora van pêşniyariyan a li ser rêxistinê di demên berê de jî bi awayekî zelal hat dîtin. Heke dewlet an jî desthilat ji bo çareseriyê vînekê nîşan bide hevdîtina bi Ocalan re gelekî girîng e. Her wiha ne tenê Girava Îmraliyê di heman demê de divê hemû dînamîkên civakî berpirsiyariya di keve ser milên wan bi cih bînin. Hêj jî di civaka kurd de hêviya çareseriyeke aştiyane û bi rêya diyalogê gelek xurt e. Baweriya min heye ku hevdîtina bi Ocalan re dê tundî û polîtîkayên ewlehiyê ji holê rake.”   ‘MUDAXILE LI DARAZÊ TÊ KIRIN’   Di berdewamiya axaftina xwe de Eren diyar kir ku dewlet di van 100 salên dawî de bi helwesta neçareseriyê û polîtîkayên ewlehiyê nêzî pirsgirêka kurd dibe. Eren, destnîşan kir ku daraza Tirkiyeyê jî girêdayî van polîtîkayan û helwesta desthilatê biryaran dide û pêk tîne. Eren, diyar kir ku pratîka darazê ya pêvajoya çareseriyê û ya niha naşibin hev û wiha lê zêde kir: “Helwesta darazê ya li dijî meseleyên polîtîk û gotin û daxuyaniyên desthilatê jî nîşan dide ku mudaxileyeke zelal li darazê tê kirin. Bi awayekî zelal tê dîtin ku daraz jî dikeve bin bandora desthilatê. Mixabin daraz di van meseleyên polîtîk de bi hêmanên hiqûq, qanûn, rêgezên gerdûnî tevnagere û bi pêvajo û konjonktura siyasî helwest nîşan dide. Niha li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd li Girava Îmraliyê li pêşiya hevdîtinê dibe asteng. Ev feraseta dewletê an jî ya desthilatê ye, lê sekna astengdar ya hiqûqê jî nîşan dide ku daraz çi qas di bin bandora desthilatê de ye.”   ‘DIVÊ DARAZ JI BO HERKESÎ WEKHEV BE’   Eren, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daraz, bi biryara xwe ya dawî ya derheqê makeqanûnê de û bicihneanîna biryarên DMME’yê de jî xwe nîşan da. Eren, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daraz bi nêrîna desthilatê li van dosyayan dinêre û li gor desthilatê biryaran dide. Ev yek jî di warê bêalîbûn û serxwebûna darazê de cihê metirsiyê ye. Em weke saziyên civakî, sivîl, maf û hiqûqê hemû gavan destnîşan dikin ku divê daraz ji bo herkesî wekhev be. Di vî warî de em jî dê weke rêxistinên hiqûqî di warê rêvebirineke demokratîk û bidawîkirina binpêkirina mafan de biisrar bin.”   MA / Bazîd Evren - Mujdat Can