Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc 2024-01-29 10:06:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Belûcên ku nikarin ji dewlemendiyên xaka xwe sûd bigirin, di êrişên Îran û Pakistanê yên li dijî hev de dibin hedef. Rojnameger Şîr Ahmed Şîranî Narouyî got ku sedema xizanhiştina belûcan ew e ku daxwaza azadiyê nekin.   Rejîma Îranê deverên li Pakistanê ku weke cihê koma çekdar a Ceyş el Adl pênase dikir bi moşekan hedef girt. Pakistanê jî di 18’ê çileyê de herêma Îranê ya ku belûc lê dijîn bi moşek û balafirên bêmirov hedef girt. Bi rageşiya Îran û Pakistanê re careke din herêmên belûc lê dijîn bû rojev.    Xelkê belûc li Îran, Pakistan û Efxanistanê dijî. Belûcên li Efxanistanê li bajarên Nîmrûz, Helmend û Kandeharê yên li başûrê Efxanistanê ku weke xaka belûcan tê zanîn dijîn. Piştî ku Talîban rêveberiya vê derê bi dest xistî, êrişên li dijî belûcan zêde bûn. Belûc, li vir bi xetereyeke mezin a pişaftinê re rû bi rû ne.     Xelkê belûc li rojavayê Pakistanê li Eyaleta Belûcistanê dijî. Ji sedî 44’ê xaka Pakistanê ji Eyaleta Belûcistanê pêk tê. Belûcistan, ji hêla çavkaniyên gaza xwezayî û petrolê ve li herêmê cihê herî dewlemend e. Lê nikarin ji vê dewlemendiyê sûd bigirin. Belûcî dixwazin ji vê dewlemendiyê sûd bigirin lê rêveberiya Pakistanê vê daxwazê red dike. Li gel ku belûc li Pakistanê li eyaleteke xweser dijîn di rêveberiyê de xwedî gotin nînin.    Belûcên li Îranê jî li Eyaleta Belûcistanê (Weke Sîstan jî tê zanîn) dijîn. Gelemperiya belûcan li ser xaka dabeşî Îran û Pakistanê bûye dijîn. Beşekê wan jî li lEfxanistanê ye. Rewşa belûcên li Îranê jî ji yên li Pakistanê dijîn cudatir nîne. Li Îranê gelê herî hejar belûc in. Daxwazên wan ên ji bo mafên xwe jî her tim bi êrişan tên tepisandin.    BELGEYA WELIDÎNÊ YA BI MILYONAN KESAN NÎNE    Rojnamegera belûc Şîr Ahmet Şîranî Narouyî da zanîn ku ji ber şerê berjewendiyan ê di navbera welatan de ji belûcan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Her du dewlet jî bi zanebûn belûcan hejar dihêlin. Sedema wê jî ew e ku daxwazeke wan a ji bo azadiyê nebe û nekevin pey nasnameya xwe. Xelkê belûc ji mafên xwe yên sereke heta ji belgeya welidînê jî bêpar hatin hiştin. Li Îranê belgeya welidînê ya nêzî 500 hezar belûcên li Îranê tune ye. Lê tevî vê yekê jî xelkê belûc dev ji mafên xwe yên însanî û neteweyî berneda.”    DI HER DU ÊRIŞAN DE JÎ BELÛC HATIN KUŞTIN    Narouyî diyar kir ku di êrişên her du welatan de jî herêmên belûcan hedef hatin girtin û wiha pê de çû: “Li cîhanê hêj jî pênaseyeke hevpar a ji bo têgeha terorê tune ye. Her welat li gorî berjewendiyên xwe pênase dike. Tevahiya muxalefeta belûcan weke ‘terorîst’ hedef tên girtin. Di esasê xwe de ev kes ew in ên ku bav, xwişk-bira, zarok û xizmên xwe di êrişên sîxûrên van dewletan de winda kirin in. Anku hemwelatiyên jirêzê ne. Di êrişa Îranê de du zarokên belûc mirin. Di êrişa Pakistanê de jî jin û zarok jî di nav de 10 kes mirin. Di her du êrişan de belûc mirin.”    'RAGEŞÎ ZÊDE NABE’   Bi domdarî Narouyî got ku dê rageşiya di navbera Îran û Pakistanê de zêde nebe û axaftina xwe wiha qedand: “Rageşî dê weke rageşiya leşkerî nedome. Ji ber ku her du dewlet jî nikarin bikevin şerekî giran. Lewma bi moşekan êriş kirin. Heke di navbera Pakistan û Îranê de rageşî mezin bibe -li gorî min niha nabe-, dê Hindistan û Çîn jî bikevin hevkêşeya Rojhilata Navîn. Çavkaniyên petrol û enerjiyê yên li Rojhilata Navîn dê berê welatên rojhilat û rojava bide hev. Di van şeran de jî dê gel û welatên herêmê winda bikin.”   MA / Bêrîvan Kûtlû