Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû! 2024-01-29 12:36:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema çalakiyên ji bo Jîna Emîniyê destpêkirin de Zekeriya Xeyal ê 16 salî jî li Pîranşarê hatibû qetilkirin. Navê Zekeriya Xeyal dan pitikê malbatê yê nû ji dayik bû.    Zekeriya Xeyal ê 16 salî piştî qetilkirina Jîna Emînî di 21’ê îlona 2022’yan de li bajarê Pîranşar ê rojhilatê Kurdistanê hatibû qetilkirin. Navê Zekeriya Xeyal dan pitikê malbatê yê nû ji dayik bû.    Di 23’yê çileyê de pitikekî malbatê ji dayik bû. Bav Suleyman Xeyal ragihand ku navê pitikê nû ji dayik bû kirine Zekeriya Xeyal.    Bajarê Pîranşar ê Rojhilat bajarekî ku nifûsa wî nêzî 150 hezar e û li ser sînorê Başûr e. Nêzî 10 kîlometreyan ji deriyên sînor ên Temercîn û Hacî Umran ku di navbera Başûr û Rojhilat de ne dûr e. Ev bajar li deşteke fireh û hilberîner hatiye avakirin, kesên navê vî bajarî nebihistîbûn bi çalakiyên piştî kuştina Jîna Emîniyê destpêkirin û zarokên di encama van çalakiyan hatin kuştin bihîstin.    Çalakiyên ku piştî kuştina Jîna Emînî destpêkiribûn weke Ajansa Mezopotamyayê (MA) me li Rojhilat şopandibûn. Li vê derê em çûbûn bi malbata Zekeriya Xeyal re hevdîtin kiribû û vegotinên malbatê kiribûn nûçe.    Zekeriya 16 salî bû. Heta polîsa 7’emîn xwendibû pişt re ji ber nexweşiya bavê xwe neçar mabû ji ber debara malbatê bixebite. Heta nîvro li firineke li bajêr, piştî nîvro jî heta nîvê şevê li eywaneke dawetê garsontî dikir û yekane zarokê xort ê malbatê bû. Xwişkeke wî ya ji wî mezintir û du xwişkên ji wî biçûktir hebûn. Zekeriya yê di 21’ê îlonê de ji kar derket û bi hevalên xwe re hewl da biçe malê saet di 23.00’yan de nêzî Dibistana Şebîna Roj a li ser Cadeya Kerî Coh guleyeke hate berdan li piştê ket û hate kuştin. Malbat û welatiyên em pê re axivîbûn, wiha gotibûn: “Di dema Zekeriya hate kuştin de tu çalakî tune bûn. Mirov li malên xwe bûn.”    MA / Abdurrahman Gok