'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’ 2024-01-29 13:05:32 ENQERE - Endamên Partiyê yên greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê didomînin, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê bidawîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin û di roja 64’an berdewam dike re, li avahiya xwe greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 5’an de didome.    Rêveberê DEM Partiyê yê Enqereyê Fahrettîn Durmaz, Hevserokê Etîmesgutê Mehmet Yanar, rêveberê navçeyê Şeref Ozakdag, Hevserokê Navçeya Mamakê Mûstafa Kartal û rêveberê navçeyê Nûrettîn Bîlîr têkildarî grevên birçîbûnê axivîn.    ‘TECRÎD LI DIJÎ FIKRÊN OCALAN HAT PÊŞXISTIN’   Fahrettîn Durmaz got ku di tevahiya dîroka komarê de her tim gelê kurd û rêberên wan hedef hatine girtin û wiha domand: “Carnan li qada şer carnan jî li girtîgehan hedef hatin girtin. Herî dawî jî bi dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan di sala 1999’an ve polîtîkaya tecrîdê tê ferzkirin. Dixwazin kurdan bê serok bihêlin. Ji bo ku kesek îlhamê ji felsefe, paradîgma û polîtîkayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negire, tecrîdê ferz dikin. Me jî xwest bibin dengê çalakiyên li hundir û derve hatine destpêkirin. Bi çalakiya xwe me xwest tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bişikînin û bikin rojev. Banga me ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ew e ku xwedî li çalakiyan derkevin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em xwedî wê biryar û îradeyê ne. Em hêza xwe ji birêz Ocalan û girtiyên azadiyê digirin.”   ‘EV SED SAL IN EM TECRÎDKIRÎ NE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Etîmesgutê Mehmet Yanar jî diyar kir ku gelê kurd ev sed sal e di tecrîdê de ye û wiha got: “Divê ev zilm êdî bi dawî bibe. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bigihijin encamê. Ji bo bi encamên girantir re rû bi rû nemînin, divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin.”    ‘DÊ AŞTIYÊ BÎNE TIRKIYEYÊ’   Rêveberê DEM Partiyê yê Etîmesgutê Şeref Ozakdag da zanîn ku Abdullah Ocalan 35 sal in di tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Tu agahî jê nayên girtin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Lewma me nobet dewr girt. Girtiyan gotin heke encamekî ji grevê negirin dê dest bi greva birçîbûnê ya domdar bikin. Em jî heta tecrîd radibe dê çalakiya xwe bidomînin. Hevdîtinên bi Îmraliyê re dê bi xwe re aştiyê bînin. Dê xwîn, hêsirên çavan û şer bisekinin.”    ‘TECRÎD LI DIJÎ HEMÛ BINDESTAN E’   Têkildarî mijarê Hevserokê DEM Partiyê yê Mamakê Mûstafa Kartal jî ev tişt anî ziman: “Tecrîdkirina birêz Ocalan, tecrîdkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û gelê kurd e. Her wiha tecrîdkirina hemû kedkar û bindestan e. Lewma me ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dest bi çalakiyê kir. Em hewl didin pêvajoyê bi gel re vebêjin û têkoşînê veguherînin têkoşîneke hevpar.”    ‘DIXWAZIN FELSEFEYA WÎ JI GEL QUT BIKIN’    Rêveberê DEM Partiyê yê Mamakê Nûrettîn Bîlîr jî wiha got: “Ji bo fikr û felsefeya Ocalan ji gel qut bikin, gavek pêşxistin. Lê fikr û ramanên wî her tim bi me re ne û em vê têkoşînê didomînin. Tecrîdeke ku ev 35 meh in didome heye. Weke gel em vê tecrîdê qebûl ankin. Heke em têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin dikarin têk bibin. Ji ber ku tenê birêz Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Lewma me dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku tecrîd tê rakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hewl didin ku ev pêvajo veneguhere çalakiya greva birçîbûnê ya domdar.”