Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin 2024-01-29 13:50:15   ŞIRNEX - Ji ber barîna berfa zêde li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan hatin girtin.    Li Şirnexê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin. Li deverên bilind ên bajar zêdetirî 3 metreyan berf bariyaye. Li navenda Şirnexê rêyên 2 gund û mezrayekê, li navçeya Qilebanê rêya gundekî, li navçeya Elkê jî rêyên 9 gund û 7 mezrayan hatin girtin.    RÊYA DI NAVBERA ŞIRNEX Û COLEMÊRG DE EV 4 ROJ IN GIRTÎ YE    Her wiha rêya di navbera Şirnex û Colemêrgê de ev 4 roj in girtî ye. Rêbeja di navbera Şirnexê û navçeya Dihê ya Sêrtê de jî ji ber berfê hate girtin.