Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat 2024-01-29 14:35:23 AMED - DEM Partiyê di bernameya danasîna namzetên şaredariyan de strana xwe ya hilbijartinê jî eşkere kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên hevşaredariyê li Amedê bernameyek li dar xist. Di bernameyê de strana hilbijartinê ya bi kurdî jî hat eşkerekirin. Gotinên strana “Rabe DEM Hat” ji hêla hunermend Erol Şaybak û Baran Ertaş ve hatine nivîsandin. Muzîka stranê jî ya Baran Ertaş e.