Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne 2024-01-30 08:47:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda ne.    Li devera Salihleralti ya navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê saet derdora 02.00’an keştiyeke masîvanan binav bû. Sedema binavbûna keştiye nehat zanîn. Ji 10 kesên di keştiyê de Oguz Îrgît, Îsmet Akdag û Orhan Pancar jiyana xwe ji dest dan. Medîne Karaduman û Gokhan Çakir jî winda ne. Hat zanîn ku 5 kesên di keştiyê de jî hatin dîtin.