Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin 2024-01-30 09:03:41   MÊRSÎN - Girtiyên ku li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê di greva birçîbûnê de ne, peyama "Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin" dan û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî wiha got: "Ji bo aştiyê divê em bibin hevparê vî dengî."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 35 meh in tu agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “disiplînê” tên astengkirin. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û li gelek bajaran jî "Nobeda Edaletê" dewam dike. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê Perîhan Koca, têkildarî hevdîtina xwe ya bi girtiyên re ku di 26’ê çileyê de li Girtîgeha Tarsûsê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin, axivî.   ARMANC JIYANEKE HEVPAR E   Koca diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî mirovahiyê ye û got ku ew bi pêla berxwedanê ya li dijî polîtîkayên tecrîdê dane destpêkirin hewl didin faşîzmê bişkînin. Koca, diyar kir ku daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan daxwazeke jiyanî ye.   ‘EM JI BO BERXWEDANEKE BIRÛMET LI BER XWE DIDIN'   Koca, ku di 26’ê çileyê de li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê bi girtiyan re hevdîtin kir wiha got: "Min bi girtiyan re hevdîtin kir. Hevalan got, 'Em li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo aştiyeke bi rûmet a hemû gelan li ber xwe didin.' Di warê fêmkirina wesfa çalakiyê de peyameke gelekî girîng dan me. Ev peyam ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Girtî nîşan didin ku li hemberî polîtîkayên 'dabeşker' ên desthilatê çawa Komara Demokratîk tê parastin."   Koca, da zanîn ku ger desthilata siyasî heta 15’ê Sibatê li hemberî van daxwazan gavina neavêje dê girtî berxwedanê bigihînin asteke cuda û ev tişt anî ziman: "Em daxwaz û armancên girtiyan li Meclîsê tînin ziman, lê belê muxatab tune. Di halê hazir de desthilata siyasî mecbûr e bersiva van daxwazan bide."    RADYO HATINE KOMKIRIN   Koca, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û wiha dom kir: "Rêveberiya girtîgehê ji bo şikandina greva birçîbûnê, 4 girtiyên ketibûn grevê sirgûn kirin, radyoyên wan kom kirin û cezayê hucreyê li wan birîn. Dîsa girtiyên herî dawî ketin çalakiyê, di bin baranê de hejmartina ji pêya li wan hatiye ferzkirin."   ‘DIVÊ GAVEKE RAST BÊ AVÊTIN'   Koca, diyar kir ku çareseriya demokratîk pêkan e û bang li desthilatê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo rawestandina şer divê gaveke rast bê avêtin. Gavavêtina ji bo tecrîda Îmraliyê wê were wateya pêngava aştiyê. Ev pirsgirêk ya me hemûyan e. Ger em dilê me û avakirina komareke demokratîk hebe, divê em bibin dengê dayikên aştiyê. Ji bo aştiyê divê em bibin hevparê vî dengî."   MA / Ergîn Çaglar