Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne! 2024-01-30 09:06:22   ÎZMÎR - Wêneyê ku ji girtî Mûrat Aslan ê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê re hat şandin, bi hinceta "tê de ferdên malbatê tune ne" hat desteserkirin.   Wêneyê ku ji Mûrat Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê re hat şandin, di 21'ê kanûna 2023'yan de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin. Rêveberiya girtîgehê wekî hincet jî diyar kir ku "di wêne de ferdên malbatê tune ne." Aslan li dijî biryarê di 4'ê çileyê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Îzmîrê da.   Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Îzmîrê di biryara xwe ya 9'ê çileyê de bi hinceta "îxlalkirina rêgez û hiqûqê nîn e" îtîrazê red kir. Di biryarê de hat gotin ku "Di nameya şandî de wêneyek hebûye lê nehatiye tespîtkirin ku kesên di vî wêneyî de ferdên malbatê ne yan na. Lewma li gor qanûnê wêne nehatiye dayîn."    'BÊHIQÛQÎTÎ YE'   Parêzerê Aslan Sîdal Bayrak serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê da. Bayrak di serlêdana xwe de destnîşan kir ku ev biryar ne hiqûqî ye. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku yê ku kesên di wêne de îspat bike muwekîlê wî ye ya ku tişta berevajî vê îdia dike, Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Îzmîrê ye. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku desteserkirina wêneyan li dijî qanûnê ye.   Îtîraza navborî jî hat redkirin. Parêzer Bayrak dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.   RENGÊN KESK, SOR Û ZER QEDEXE NE   Li aliyê din hat hînbûn ku li heman girtîgehê Dogûkan Akbaba, Bariş Atmaca, Samî Ozturk, Erol Şen, Tûrgût Koyûncû, Cevher Ay ve Recep Surme ji bo zandkan çêbikin morîkên zer, sor û kesk xwestine lê nedane wan. Hat diyarkirin ku daxwaza navborî, bi hinceta "rengên PKK'ê temsîl dikin" nehatine dayîn.    MA / Delal Akyuz