Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin 2024-01-30 12:20:53 DÎLOK - Mutahidê Emek Apartmaniyê û Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’ê Okkeş Kavak, li ser îtîraza dozger dîsa hate girtin. Di erdhejê de di avahiya behsa xeberê de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn.      Di erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Dîlokê de xesareke mezin çêbû û gelek avahî hilweşiyan. Yek ji avahiyên hilweşiyayî jî Apartmana Emekê bû. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de mitehitê Apartmanê Emekê û Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î Okkeş Kavak dîsa hate girtin.      Kavak, di çarçoveya heman lêpirasînê de di 25’ê sibata 2023’yan de hatibû girtin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Islahiyeyê hatibû lidarxistin û di 11’ê çileyê de hatibû berdan. Kavak ê ji bo wî 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin, piştî îtîraza dozger careke din hate girtin.    Di bin kavilên avahiyê ku Kavak çêkiribû de cenazeye 36 kesan hatibûn derxistin.