Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin 2024-01-30 14:13:12 WAN - Rêxistinên mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanêbi daxuyaniyeke hevpar ji bo protestokirina bidarvekirina 4 ciwanên kurd, banga greva giştî kirin.    Heft rêxistinên mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevpar bidarvekirina 4 ciwanên kurd ji hêla rejîma Îranê ve şermezar kirin û banga greva giştî kirin. Di daxuyaniyê de ev tişti hatin gotin: “Dibêjin ku ji bo gelê kurd di bin zextê de bigirin, azadî û azadiya wan biçewisînin, serî li tundiyê didin. Mixabin serê vê sibehê 4 siyasetmedarên kurd ên ciwan hatin daliqandin û cezayê 6 mehkûmên din jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ev yek jî gumanên ji bo înfazên ku dê werin kirin, zêdetir kirin."    ‘EM BANGA PIŞTGIRIYÊ DIKIN’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke kolektîfek ji parastvanên mafên mirovan pêk tên, hemû hêlên civaka Kurdistanê ji bo ku vê sepana derveyî mirovahiyê û li dijî mafê mirovan şermezar bike, weke welat roja duşemê ya vê heftê vedixwînin greva giştî.    EM BIBIN DENGÊ KURDISTANÊ   Armanca vê greve ji înfazên dijberan jî derbas dibe; wek neteweyî û naneteweyî bal kişandina rawşa mafê mirovan a li Kurdistanê û rakirina cezayê darvekirinê ye. Em hemû partiyên siyasî yên li Kurdistanê, rêxistinên sivîl, saziyên mafên mirovan û hemû kesên xwedî wijdan ên cîhanê, vedixwînin piştgiriya vê greve û daxuyaniyê. Di têkoşîna dom dike de em ê bi hev re bibin dengê Kurdistanê.”    Navên rêxistinên di daxuyaniyê de cih girtin wiha ne:    "* Rêxisitina WorldKurdê    *Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê    *Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê    *Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê     *Kampanyaya ji bo parastina çar girtiyên siyasî yên kurd    *Dadgeha Kurdistanê    *Navenda Mafên Mirovan a Zagrosê "