Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be 2024-01-30 17:00:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran tev li Nobeta Edaletê bûn, peyama domandina têkoşînê dan. Ji Dayikên Aştiyê Gurbet Tekîn got ku ew dixwazin Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be.      Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran dabûn destpêkirin îro jî berdewam kirin.    EDENE   Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Adanayê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 58’emîn de berdewam dike. Ji ber ku Dayikên Aştiyê îro çûbûn Enqereyê, çalakiya îro ji hêla rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seyhanê ve hate dewrgirtin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate xwestin.    WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 57’an de dom kir. Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli, rêveberên rêxistina navçeya Ebexê, şêniyên Taxa Xaçortê, Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana çalakgeran.    Di serdanê de ji rêvebarên DEM Partiyê ya navçeya Ebexê Pinar Demîr axivî. Demîr, destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Em ê bi hev re têbikoşin û vî sûcî ji holê rakin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê didin berxwedana girtîgehan. Em hemû rêhevalên xwe, bi rêzdarî silav dikin." Piştre jî Dayika Aştiyê Ayten Salgir anî ziman ku heya daxwazên girtiyan werin cih ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin bi awayeke demildest polîtîkayên li dijî Ocalan tên meşandin, bi dawî bibin. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Divê gelê kurd xwedî li vê têkoşînê derbikeve. Em bi hev re rabin ser piya û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derbikevin. Em bang li desthilata AKP û MHP’ê dikin; demildest daxwazên girtiyan bînib cih.”   Nobet bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan” dom kir.    AMED    Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 57’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Rêveberên DEM Partiyê yên Hênê û namzetên şaredariyê hatin serdana nobetê. Di ziyaretê de çalakvanan bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û xwestin her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe derxîne.    Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.   MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çuukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî di roja 58'an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriya Arslan, endam û rêveberên partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hunermend Ramazan Eren jî di çalakiyê de stran got.   MÊRDÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek welatî hatin serdanê. Çalakî bi stran û çepikan dom kir. Guneş, di çalakiyê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd lê li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Bi domdarî Guneş diyar kir ku mîna komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, berxwedana li dijî komployê jî kûrewî bûye û ev tişt anî ziman: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bû. Çawa ku Rojava îro ji bo cîhanê hêvî be, ev paradîgma jî bû hêvî. Divê em kurd û dostên me jî li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin.”    Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn jî greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir û wiha got: “Bi taybet jî ji bo tecrîda li ser Rêbertiyê bê rakirin em piştgiriyê didin zarokên xwe. Rakirina tecrîdê ne besî me ye. Her kolan di bin tecrîdê de ye. Tecrîd li her deverê belav bûye. Lewma em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberiya xwe dikin. Em dixwazin Rêbertiyê di nava civaka xwe de bibînin.”    Nobeta Edaletê bi çepik û dirûşman berdewam kir.