Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê 2024-01-30 19:49:25   ÎZMÎR - Girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzelê ya di Girtîgeha Menemenê de rakirin nexweşxaneyê.    Girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a 61 salî ya di Girtîgeha Tîpa R a Menemenê de, di 26'ê Çileyê de ji ber nexweşîna wê rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê. Keça wê Zîlan karaguzelê ragihand ku piştî dêya wê rakirine nexweşxaneyê ji ber nexweşîan dil anjoyê bûye. Karaguzelê da zanîn ku bi anjiyoyê demarên dilê dêya wê venebûne û got ku bijîşkan ji wan re gotiye divê dêya wê emeliyat bibe.