ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin 2024-01-31 14:06:06 ÎZMÎR - Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê ji bo piştevaniya bi çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kir.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê bi mebesta piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û Nobeta Edaletê re, ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.    Çalakiya ESP’iyan bi serdana Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJa) li Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Îzmîrê hatiye destpêkirin, dest pê kir.    'EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN’   Rêveberê ESP’a Îzmîrê Hizir Alî Kiliç diyar kir ku girtîgehên bi tîpên R,S û Y’ê “îşkencexane” ne û wiha got: “Îktîdar li van girtîgehan bi awayekî sîstematîk îşkenceyê die. Kesên dixwazin piştevaniyê bidin girtiyan jî tên binçavkirin. Duh di encama serdegirtinên malan de serokê me yê bajar Kerîm Altinmakas û gelek rêhevalên me ji ber ku çûbûn serdana rêhevalên me yên di girtîgehan de hatin binçavkirin. Ji bo piştevaniya bi rêhevalên xwe yên girtî re em dengê xwe bilind dikin û dê tişta ji destê me tê bikin.”    'EM NEBIN ŞIRÎKÊ SÛC’   Bi domdarî Kiliç bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîdeke taybet tê meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî vê yekê jî gelê kurd berxwedana xwe mezintir dike. Malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi Nobetên Edaletê li ber xwe didin. Em vê berxwedana birûmet ji dil û can silav dikin. Ya ku dê me bigihîne serkeftinê jî ev berxwedana we ye. Heta ku tecrîd parçe dibe jî dê ev têkoşîn bidome. Em jî ji îro ve li dijî tecrîda li ser girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê dikin. Banga me ya ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û em vê tecrîdê bi hev re parçe bikin. Bi bêdengiya xwe em nebin şirîkê sûc.”