ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-01 09:00:04   * Komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku yekemîn destwerdana hêzên global ya li Rojhilata Navîn bû, sala xwe ya 25’an temam kir. Di vê pêvajoyê de ku Ocalan wê wekî “Ez li çarmixê hatim xistin" bi nav kir, wê tesfiyeya ku hêzên komploger dixwestin pêk nehat.    * Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 31 sal in di girtîgehê de ye, 3 car in berdana wî tê taloqkirin. Abdullah Zenger ku bavê xwe di nava çar diwaran de nas kiriye wiha got: "Dema min gava yekem avêt bavê min ne li cem min bû, gava ku ez hînî axaftinê bûm jî bavê min ne li cem min bû û dema ku ez çûm zanîngehê jî bavê min ne li vir bû. Ev 31 sal in li benda derketina bavê xwe me."    * Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk bi bîr xist ku gelê kurd demekî dirêj e li dijî tecrîdê li ber xwe dide û wiha got: “Tevgerên sosyalîst weke ku tecrîd di jiyana wan de nîne tevdigerin. Tecrîd di nava jiyana me de heye û divê sosyalîst berpirsyariyê qebûl bikin.”   * Sewalkarên wanî destnîşan kirin ku ji ber bihayê alif û kayê nikarin karê xwe bikin û anîn ziman ku berpirsyarê vê yekê desthilat e.     * Serokê ÇEVDER’ê Alî Kaçik destnîşan kir ku ekolojiya erdnîgariya Kurdistanê ev 40 sal in bi awayekî sîstematik tê qirkirin û anî ziman ku qeyûmê Wanê li ser 8 qadên avî “Bexçeyên Milet” da çêkirin.   * Rojek beriya berdana Firat Ege yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî hate taloqkirin.    * Dadgehê di sedema xwe ya ji bo cezayê li Selçûk Mizrakli birî de, îdiayên îtirafkar Hîcran Ayverdiyê yên bi qeydên SGK'ê hatibûn derewandin esas girt.    * Di erdhejê de li Rihayê xesar gihiştibû 8 hezar û 231 avahiyan. Ji nîviya zêdetirî van avahiyan nehatin hilweşandin û 400 avahiyên dê li şûna wan bihatina avakirin jî nehatin avakirin. Sekreterê Bajar ê TMMOB’ê Fîkret Çakir got ku krîza hewînê didome.    * Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku ji ber stratejiya Tirkiyeyê ya “bikevê, paqij bike, bimîne” têk çû kete nava hewldanên lêgerînên nû û wiha got: “Ji bo van planên xwe bi tena serê xwe pêk bînin PDK tê ra nake. Ji ber wê yekê dê hewl bide Îran, Iraq û Sûriyeyê bikişîne cem xwe.”   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê li dar xistin. (10.00)    * Danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 18 rojnamevanan de li Amedê hatiye vekirin, dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)    * Li Qers û Wanê dê starta “Meşa Azadiyê ya Mezin” bê dayîn. (10.00-12.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. (11.00)    * Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê dê têkildarî Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê dê têkildarî “Meşa Azadiyê” li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Rêxistinên hiqûqê dê ji bo Can Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin li ber Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dê li Îzmîrê li pêş DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn. (15.00)