Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê 2024-02-01 12:51:43   ŞIRNEX - Dozgerê derbarê cîgirê midûr Bûrak Ercan ê li Cizîrê bi sûcên “tacîz, êriş û îstîsmara zayendî” tê darizandin de mutalaya xwe aşkere kir, xwest ku Ercan were cezakirin.    Nûnerê Kargeha Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê dema li Cizîr a Şirnexê cîgirê midûrê dibistanê bû, bî tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Derheqê tacîzkar Ercan de bi sedema “Tacîza zayendî” , “Bi rêya destavêtinê îstîmara zayendî li zaro kiriye” û “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Ercan bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Ji baroyan gelek parêzer û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî danişînê bûn.    MUTALAA HATE DAYÎN   Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de ewilî parêzerê xwendekaran Serkan Karakaş mafê axaftinê wergirt. Prz. Karakaş, xwest ku bersûc were cezakirin û wiha got: “Kiryarên bersûc sabît in. Beyanên şahidan û gazinkeran hev rast dikin. Ji ber di navbera wan de tu dijminatî nîne jî rewşa ku mexdûr bêbextiyê li ber sûc bikin tune ye û ev yek jî nîşan dide ku bersûc sûc kiriye.”   Dozger piştî parastinan mutalaya xwe aşkere kir. Dozger xwest ku ji xwendekaran Ş.S. ji dosyayê bê derxistin û derbarê xwendekarên bi navê B.Ç. û E.Y. de biryara beratê were dayîn. Dozger ji ber kiryarên li dijî xwendekarên bi navê E.Î., B.Y., Z.Y. û B.Î. xwest bersûc were cezakirin.     Bersûc Bûrak Ercan daxwaza demê kir. Parêzerên bersûc û mexdûr jî li dijî mutalayê dem xwestin.    Şandeya dadgehê daxwaza wan a demê qebûl kir û danişîn taloqî 27’ê sibatê kir.