Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin 2024-02-01 13:24:41   WAN - Baskê Meşa Mezin a Azadiyê yê Wanê tevî hemû astendiyan jî dest pê kir. Beşdarvanên meşê ku li cadeyên bajêr bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” meşiyan “govenda azadiyê” gerandin.    Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, dê li Wan û Qersê dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin. Baskê meşê yê Wanê ku dê di navbera 1 û 15’ê sibatê de bidome, bi daxuyaniya ji aliyê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li Otela Ûrartûyê bi daxuyaniyekê dest pê kir.    Piştî daxuyaniyê kesên Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di nav de pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Meşa Azadiyê” dinivîsîn li xwe kirin û ji otelê derketin û ber bi Parka Mûsa Anter ve dest bi meşê kirin.    Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor” hatin berzkirin.    Girseya ku li Parka Mûsa Anter disekinî, şande bi çepikan pêşwazî kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li vir axivî, spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin. Bayindir, anî ziman ku meşa wan dest pê kir û wiha got: “Wanê xwedî derketineke zêde nîşan da. Ev xwedî derketina we xwedîderketineke pîroz e. Hejmara me evqas nîne. Dilê bi milyonan mirovan bi me re ye. Hûn her tim hebin, her bijî gelê Wanê.”   Polîsên di vê navberê de girse dorpêç kir, anî ziman ku qedexe ye, destûrê nadin meşê û xwestin girse belav bibe. Girseya guhdariya polîsan nekir, derket Cadeya Mereşê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşa xwe domand. Polîsên li ser vê yekê mudaxileyî meşê kirin, beşdarvanên meşê derb kirin. Di vê kêliyê de kesek ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.    GOVENDA AZADIYÊ HATE GERANDIN    Girseya tevî mudaxileyê meşa xwe domand, hate Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê. Endamên partiyê yên li ber avahiyê bi çepik, tilîlî û dirûşma “Bijî Serok Apo” girse pêşwazî kirin. Piştî kombûna li ber avahiyê Meşvanên Azadiyê bi hev re “govenda azadiyê” gerandin.