Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e 2024-02-01 15:22:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên hiqûqê yên bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Can Atalay dan, wiha gotin: “Cihê Atalay ne Girtîgeha Sîlîvriyê ye, Meclis e, kolanên Hatayê ne.”   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan û Hiqûqa Civakî têkildarî parlamenteriya, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay li ber Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Vîna gelê Hatayê nikare were xespkirin, ji Can Atalay re azadî” hate vekirin.    Endama Hiqûqnasên ji bo Edaletê Sabîha Aylîn Dag, bal kişand ku biryara Dadgeha Bilind “darbe” ye û anî ziman ku destura bingehîn nehate pêkanîn. Dag bertek nîşanî Bekîr Bozdag ê biryar xwend da û got ku “Bozdag aktorê sereke yê şermê ye.” Dag, da zanîn ku Qesrê vîna gelê Hatayê yê mexdûrê erdhejê ne tune hesibandin.”   ‘DIVÊ ATALAY DEMILDEST WERE BERDAN’    Dag ev bang kir: “Girtiyên Geziyê ji bilî parastina vî gelî tiştek nekirin. Cihê Atalay ne Girtîgeha Sîlîvriyê ye, Meclis e, kolanên Hatayê ne. Divê ev lekeya reş ku kete dîroka Meclisê were paqijkirin û Can Atalay demildest were berdan.”   MÊRSÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî têkildarî betalkirina parlamenteriya Atalay li avahiya DÎSK’ê daxuyanî da. Serokê Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê Kemal Goksoy, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo berdana Atalay dabûn bi bîr xistin.    Goksoy, bal kişand ku destûra bingehîn tune hatiye hesibandin û got: “Tunehesibandina destûra bingehîn tunehesibandina dewleta hiqûqê ye. Her roja ku em ji darbeya darazê re bêdeng bimînin wê bêhiqûqiyeke din jî li welatê me zêde bibe. Em ê li dijî darbeya hiqûqê têkoşîna xwe bidomînin.”