Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin 2024-02-01 15:36:41   BURSA - Hevseroka DEM Partiyê ya Bursayê Abîde Ok di daxuyaniya têkildarî “Meşa Mezin a Azadiyê” de wiha got: “Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê rakirin û xefikên li dora pirsgirêka kurd tên rakirin em ê nesekinin.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bursayê têkildarî “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk ji hêla partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve starta wê li Wan û Qersê daye destpêkirin, li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk em meşa azadiyê didin destpêkirin” hate vekirin. Serokê Partiya Kedê (EMEP) û pêkhateyên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Bursayê Abîde Ok di daxuyaniyê de axivî û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye sala 25’an. Ok, diyar kir ku sepanên tecrîda mutleq ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de ne jî di hiqûqa navneteweyî de nîne û wiha got: “Her wiha exlaqî, wijdanî û însanî nîne. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê, navenda polîtîkayên tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Tecrîda mutleq, tê wateya dagirkirina Kurdistanê bi polîtîkayên şer, valakirina wê û mêtingehkirina wê. Di halê hazir de êdî tenê bi kurdan û Kurdistanê bisînor nema ye û li tevahiya civakê hatiye belavkirin.”    ‘DÊ GEL NEKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN’   Bi domdarî Ok destnîşan kir ku tecrîd dibe sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, tê wateya çareseriyeke aştiyane û demokratîk. Gotinên birêz Ocalan ên di sala 2010’an de careke din nîşan dide bê ka azadiya wî ya fîzîkî ji bo gelan çiqas girîng e. Heta ku pergala tecrîda mutleq a li Îmraliyê neyê şikandin dê gelên me nekarin bêhnê bistînin û pirsgirêk bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin.”    BANGA XWEDÎDERKETINÊ KIR    Ok, got ku ji bo ku Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ok, axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê tê rakirin û xefikên qirêjî yên li dora pirsgirêka kurd tên belavkirin em ê nesekinin. Em ê li hemberî bêhiqûqtiya li Îmraliyê tê kirin û sepanên dermirovî bêdeng nemînin. Bi vê wesîleyê em bang li raya giştî û hemû dostên xwe dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Na ji tecrîdê re aştî a niha” û bi çepikan bi dawî bû.