Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê 2024-02-02 09:31:35   AMED-  Girtiyê bi navê Ferman Altûntaş ku ji betalkirina rêziknameya Dadgeha Destûra Bingehîn der barê "bêyî endamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc" de sûd girt, bi hinceta "ne di rewşeke baş de ye" berdana wî ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve hat betalkirin.    Ferman Altûntaş ê di 23’yê hezîrana 2016’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê, di doza jê dihate darizandin de bi îdiayên weke "madeyên xetere li cem xwe bide hewandin” , “kirîna çekên bêruhsat û guleyan” û “bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye” bi komî 14 sal û 7 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 8’ê kanûnê de xala Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) a “Bêyî ku endamê rêxistinê be, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kir. Piştî biryara betalkirina AYM’ê ji cezayê Altûntaş 6 sal û 3 meh hatin daxistin. Berdana Altûntaş bi biryara lijneya îdare û çavdêriyê ve tê astengkirin.    Midûriyeta Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Xarpêtê di 2'yê Çileyê de ji bo Altûntaş ê ku berdana wî taloqî 11'ê Gulana 2022'yan hat kirin, li hev kom bû. Midûriyetê diyar kir ku Altûntaş ji sala 2016'an ve 16 caran cezayê dîsîplînê xwariye û li gor pîvanên diyarkirî tevnegeriyaye.    BERDAN HAT REDKIRIN   Îdareyê diyar kir ku Altûntaş bi "girtî" û "hikumxwaran" re hereket kiriye û bi liv û tevgerên xwe daye der kir "pêwendiya wî ya bi rêxistinê re heye û li lijneyê bi tu awayî nedaye der ku ji ber sûcê xwe poşman e." Lijneyê ji ber "rewşa nebaş" berdana Altûntaş red kir.   Parêzera Altûntaş Seda Zenîngê jî serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê da. Zengînê diyar kir ku ketina greva birçîbûnê ne sûc e û îşaret bi qanûna înfazê kir û xwest muwekîlê wê bê berdan.    Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê îtirazê red kir. Piştî vê parêzera Altûntaş serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê da.