‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin 2024-02-02 10:39:04 STENBOL - Kesê bi navê Sabrî Çelebî ku weke “Palali Sabrî” tê naskirin û di dema çalakiyên Geziyê de êrişî çalakvanan dikir, di êrişeke çekdarî de hate kuştin.     Kesê bi navê Sabrî Çelebî ku weke “Palali Sabrî” dihat naskirin û di dema Berxwedana Geziyê de êrişî çalakvanan dikir, di saetên şevê de li Talîmhane ya Beyoglûyê di êrişeke çekdarî de hate kuştin. Dema Çelebî bi otomobîla xwe diçû ji hêla komekê ve hate sekinandin. Di navbera Çelebî û komê de nîqaş derket. Demekî kin piştre kesekî di nava komê de bi çekê êrişî Çelebî kir. Çelebî ku rakirin nexweşxaneyê li wir mir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber îdiaya di navbera Fas-Stenbolê de “Xeta fihîşê” avakirine derheqê Çelebî û 10 kesan de îdianame hatibû amadekirin û ji bo wan ji 2 salan heta 248 salan cezayê hefsê dihat xwestin.