Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû 2024-02-02 11:07:13 ÎZMÎR - Abdurrahîm Yilmaz ku li Girtîgeha Odemîşê dihat ragirtin, piştî 31 salan tehliye bû.    Abdurrahîm Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 31 salan tehliye bû. Yilmaz, di sala 1993’yan de hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" c”zayê muebbetê lê hate birîn. Yilmaz, piştî 31 salan tehliye bû. Yilmaz, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE mTUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.    Yilmaz, li pêşiya girtîgehê axivî. Yilmaz, got ku piştî 31 salan tê berdan û keyfxweş e lê di rewşên wiha de hestên mirov tevlihev dibin. Yilmaz, wiha domand: “Ez deretim lê min gelek heval li wir hiştin. Lewma keyfxweşiya xwe hinek xemgîn dijîm. Tevî her tiştekî ez piştî 31 salan bi serbilindî hatim gel malbat û gelê xwe. Gelek silavên hevalên di girtîgehê de hebûn.”