Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne 2024-02-02 11:51:54   AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha çileyê parve kir û got ku zextên li ser rojnamegeran didomin û hêj 53 rojnameger girtî ne.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Çileya 2024’an” parve kir. DFG’ê destnîşan kir ku zext û zordariya li ser rojnamegeran di meha çileyê de jî berdewam kirin.     DFG’ê diyar kir ku di meha ewil a sala 2024’an de jî dîsa pîşeya rojnamevaniyê bi her awayî hedef hate girtin, qada çapemeniyê rastî zext û qedexeyan hat. DFG’ê, destnîşan kir ku rojnamegerên dema hewl didan karê xwe bikin rastî êriş, gef û zextan hatin, 2 rojnamevan hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin.    ‘NEBERDANA MUFTUOGLÛ VEGUHERIYE ZILMÊ’   Di berdewamê de DFG’ê bal kişand ser hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglû û wiha got: “Mixabin di danişîna duyemîn a di 18’ê çileyê de jî nehat berdan. Bi îdiayên pûç dîl tê girtin û neberdana wê veguheriye zilmê.” DFG’ê da zanîn ku di çileyê de 7 rojnamevan hatin berdan lê hêj li Tirkiyeyê 53 rojnamevan girtî ne û wiha domand: “Li gel wê li dijî rojnamevanan lêpirsîn, doz û cezakarin qet kêm nabin. Ji bilî biryarên binçavkirin û girtinê yên li dijî hem pîşeyên me, binpêkirinên mafan, zext û qedexe jî di meha ewil a salê de ji rojevê neketin.”    ‘GEF LI ROJNAMEGERAN HATIN XWARIN’   DFG’ê, destnîşan kir ku li dijî rojnamegeran gef tên xwarin û wiha domand: “Li ser medyaya dijîtal gef û heqaret li rojnameger Medîne Mamedoglû hatin xwarin. Her wiha li platforma medyaya dîjîtal a X’ê bikarhênerekî bi navê ‘Jîtemcî’ wêneyê guleyê ji Altan Sancar re şand, dîsa nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari bû hedefa Terîqata Menzîlê. Ev tiştên qewimîn tenê çend mînakên zext û gefên ku li rojnamevanan hatine xwarin in.”    Rapor wiha dom kir: “Ji bilî van hûrgiliyan, di çarçoveya ‘Qanûna Dezenformasyonê’ de, di meha çileyê de rojnamevan û nûçeyên wan rastî sansur û qedexeyan hatin. Di vê mehê de ji bo nûçeyan 11 caran biryara qedexeya weşanê hate dayîn. Bi heman awayî, gelek nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.”   BANGA JI BO BERDANA ROJNAMEGERAN   Herî dawî jî DFG’ê da zanîn ku tevî zext, qedexe, astengkirin, êriş û gefan jî dê karê xwe bidomînin û banga bidawîkirina van binpêkirinan û berdana Muftuoglû û hemû rojnamegerên girtî kir.    DANEYÊN MEHA ÇILEYÊ   Daneyên meha çileyê yên di raporê de wiha ne: “Du rojnameger rastî êrişê hatin, 2 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin, rojnamegerek rastî tundiyê hat, gef li 4 rojnamegeran hatin xwarin, 2 rojnameger hatin astengkirin, li girtîgehan mafê rojnamegerekî hatin binpêkirin, derheqê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, doz li 3 rojnamegeran hatin vekirin, li 6 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn, 43 dozên 121 rojnameger berdewam in, 53 rojnameger girtî ne, ji bo 11 nûçeyan biryara qedexeya weşanê hate dayîn, 3 malperên înternetê hatin girtin, 141 nûçe hatin qedexekirin û 238 caran xwegihandina tora civakî hate astengkirin.”