Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir 2024-02-02 13:45:47 AMED- Ji ber peyva Komkujiya Ermenan derheqê endamên Lijneya Rêveber a Baroya Amed3e de 3 doz hatibû vekirin û biryara beraetê hatibû dayîn. Rêveberiya Baroyê careke din ji ber heman têgehê beraet kir.  Derheqê Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin û endamên Lijneya Rêveber a Baroya ya demê Muhlîs Ogurgul, Ahmet Dag, Erhan Aytekîn, Firat Uger, Gazal Bayram Koluman, Mehmet Akbaş, Serdar Çelebî, Tevfîk Karahan, Omer Şeran û Ozgur Yilmaz Bîçen de ji ber têgeha “Komkujiya Ermenan” ku di “24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermenan” de di daxuyaniyê de bi kar anîbûn, doz hatibû vekirin. Rêveberiya Baroyê ji dozê beraet kir. Doz, bi îdiaaya “Biçûkxistina miletê tirk, dewlet, meclis, hikûmet û meqamên darazê” hatibû vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Serdar Çelebi û Tevfîk Karahan hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. Bersûc û parêzer di danişînê de amade bûn. Gelek parêzeran jî piştgirî dan hempîşeyên xwe.    Dozger, mutalaaya xwe ya bi daxwaza cezakirinê dubare kir û pêşkeş kir. Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin di parastina xwe de got ku ji ewil ji hêla siyaset, medya û hêzên ewlekariyê ve hedef tên girtin û piştre hewaleyî darazê tên kirin. Aydin, got ku beriya niha jî ji ber peyva “Qirkirina Ermanan” 3 doz li Lijneya Rêveber a Baroya Amedê hatine vekirin lê beraet kirine. Aydin, got ku bilêvkirina peyva “Qirkirina Ermanan” fikreke û ew jî wisa dibêjin. Her wiha Aydin diyar kir ku di dema qirkirinê de Komara Tirkiyeyê tune bû û pirsa; “Wê demê me kî biçûkxistiye?” Aydin herî dawî jî wiha got: “3 biryarên beraetê hene. Lewma biryar biryara we ye. Ez daxwaza beraetê nakim.”    Piştî Aydin, parêzeran jî gotin ku bilêvkirina vê peyvê dikeve çarçoveya azadiya fikr û raman de û xwestin biryara beraetê bê dayîn.    BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN    Dadgehê ji ewil navberek da û piştre jî cuda cuda ji bo her bersûcekî biryara beraetê da.