Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e 2024-02-02 14:20:18   TEKÎRDAG - Kasim Karataş ê piştî 33 salan hate berdan wiha got: “Yekan daxwaza me ew e ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”   Kasim Karataş ê li Îzmîrê di sala 1991’an de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “yekitî û yekparebûna dewletê xerakiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hefsê yê muebedê lê hatibû birîn, piştî 33 salan hate berdan. Karataş, ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hate berdan. Malbatê, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MATUHAY-DER) Karataş pêşwazî kirin.    ‘DAXWAZA ME EW E KU OCALAN BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZAD BIBE’    Karataş ê li ber deriyê girtîgehê axaftineke kurt kir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocaln û wiha got: “Heta ku tecrîd ranebe, ne em ne jî zarokên me nikarin azad bibin. Hişê me li ser hevalên me ye. Yekane daxwaza me ew e ku demildest birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û hevalên me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî bikin.”