Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin 2024-02-02 18:53:33   ÎDIR - Meşvanên "Meşa Azadiyê ya Mezin" li Îdirê serdana girtiyên ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketin, kirin.    Meşvanên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn, li Îdirê serdana Mehmet Çengel, Mehmet Emîn Akkûş û Mûstafa Okçûlê ku demeke berê piştî 30 salan ji girtîgehê derketin, kirin.    Serdaan meşvanan piştî sohbet û danûstendina bi girtiyên piştî 30 salan ji girtîgehê derketin, bi dawî bû.