Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê 2024-02-02 19:03:46   ŞIRNEX- Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê bi armanca piştgirîdayîna Nobeda Edaletê çalakiya rûniştinê li dar xist.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo ku piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya xizmên girtiyan û saziyên sivîl ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin, li avahiya xwe çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêveberên DEM Partî yên navçeya Cizîrê û rêveberên MEBYA-DER û namzetên hevşaredarê DEM Partiyê yên Cizîrê Guler Tunç û Abdurrahim Dûrmûş beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya rûniştinê ya li avahiya Şaxa ÎHD'ê de pankarta "Eger çiya, mirov û mirin jî westiyabe, êdî helbesta herî xweş aştî ye, em ji bo aştiyê di nobedê de ne" hat vekirin.   Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Devran Kara ve hat xwendin.    ‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA BINGEHÎN E’    Kara diyar kir ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha pirsgirîka kurd didome û wiha got: "Ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê ve polîtîkayên cihêkarî û çewisandinê tên meşandin. Civatên ku nemisilman ji nav sînorên komarê de hatin derxistin û ev jî bû sedem ku ev gel koç bikin an jî nasnameyên xwe veşêrin. Gelê kurd tevî hemû êrişan jî ziman û çanda xwe parastiye. Di vê sedsalê de ji bo ku maf û azadiya xwe bi dest bixe têkoşîna xwe didomîne. Pirsgirêka kurd, pirsgiríka bingehîn a komara sedsalî ye û ev pirsgirêk îro jî li benda çareseriyê ye.”    ‘REYÊN SIYASETA DEMOKRATÎK HATIN GIRTIN’    Kara anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek nijad bi xetereyê re rû bi rû ne û wiha domand: "Ji sala 2015’an ku çareserkirina demokratik ya pirsgirêka kurd ji rastê hat hilanîn heta îro, polîtîkayên cihêkarîyê yên ku ji damezirandina komarê vir de hene bi zêdebûn didomin. Di van deh salên paşî de, rêyên siyaseta demokratik hatin girtin, bi qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî zordestî zêde bû, Tirkiye ketiye helwesta welatekî ku hemû komên wek “ên din” û ne ewle ne.“   ‘EM Ê TEBIKOŞIN’    Kara got ku li dijî polîtikayên binpêkirina mafê mirovahiyê ew ê tebikoşin û ev tişt gotin: "Em parêzvanên mafên mirovan baş dizanin ku cihêkarî astengiya herî mezin a li hemberî mafên mirovan û aşitiya civakî ye. Ji ber vê yekê, em diyar dikin ku em ê li hember cihêkariyê, nijadperestiyê, tundiya li dijî jinan, bilêvkirina nefretê  tebikoşin.”