Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû 2024-02-03 08:51:12 COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhejek çêbû.    Li gorî pîvana Richterê li navçeya Gever a Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû. Erdheja ku bajarên derdorê jî pêhesiyan bû sedemê tirsê. Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej saet di 06.09’an de 7 kîlometre di bin erdî de çêbûye.    Walî Alî Çelîk jî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî erdhejê daxuyanî da. Çelîk di parvekirina xwe de wiha got: “Piştî erdheja bi pileya 4.3 çêbû heta niha tu rewşeke neyînî derneketiye holê.”